Ji hemleya îmzeyan: Me bi rêya Rêbertî azadî nas kir

Li gele bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyên komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

25 sibat, 2024   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîte û însiyatîfên gel li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo komkirina îmzeyan gerên xwe dewam dikin.

Li kantona Efrîn û Şehbayê di roja 7ˊan de komîte li navçeyên Şehba û Efrînê gerên xwe dewam dikin. Komîte îro gihaşt gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî.

Xelkê gund ê îmzeyên xwe avêtine, diyar kir ku wan bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan fikra azadî nas kir.

Li Dirbêsiyê û bajarokên wê di roja 5ˊan de komîte xebatên komkirina îmzeyan dewam dike. Şênî bi coşeke mezin îmzeyên xwe diavêjin.

Li Dêrikê jî komîteyan gerê xwe li navenda bajêr pêk anîne, her wiha xelkê bajêr bi hêviyên mezin ên serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe avêtin.

Endama Însiyatîfa Gel Şadiya Yûsiv got: "Heta em armancên xwe yên vê hemleyê pêk tînin, hemele dewam dike. Em soz didin Rêberê xwe ku em ê li ser fikrên wî bimeşîn û heta azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Welatiyê bi navê Silêman Rustem ê îmzeya xwe avêtiye got: "Divê em hemû îmzeya xwe biavêjin. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelên bi fikir û felsefeya wî bawer in û azadiya tedvahî gelên bindest e."

Welatiyê bi navê Deham Elî wiha got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê her tiştî bikin û em ê bihêlin cîhanê bizane Rêber Abdullah Ocalan kî ye. Em soz didin Rêbertî ku ew ê di dilên me de be."

(fr)

ANHA