Zarokên ‘Zarhunera Havînê’ şahiyek li dar xist

Bi amadebûna zarokên ku tev li çalakiyên “Zarhunera Havînê” bûne, li Qamişloyê şahiyek hate lidarxistin.

2 tebax, 2025   14:58
QAMIŞLO

Di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de, îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi dirûşma "Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin" şahiyek hat lidarxistin.

Zarokên ji bajarên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî, tevî malbatên xwe tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi guhdarkirina helbesta bi navê “Ji hemû zarokan re” ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji zarokan re şandibû û di bernameya Roja Dayikan de (10`ê Gulan 2025) ji raya giştî re hatibû parvekirin, dest pê kir.

Piştre fîlmekî Charli Chaplin û şanoyek hatin pêşandan. Koma Kulîkên Girbawî, Koma Saz û Koma Şehîd Serhed stran gotin.

Çalakî bi gerandina govendê ji aliyê Koma Jînda ve bi dawî bû.

Bernameya “Zarhûnera Havînê” di 1`ê Hezîranê de ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Şanoya Çiya û Fonti De Paci hatibû destpêkirin. Li 10 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 893 zarok fêrî muzîk, şano, wêne û govendê dibin.

(ekîb)

ANHA