YPJ: Wê têkoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka me ya sereke be

YPJ’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxê de diyar kir  " Wê têkoşîna rizgarkirina jinên Şengalê  erka me ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de em ê li gel civaka Êzidî amade bin."

YPJ: Wê têkoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka me ya sereke be
2 tebax, 2025   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî ya Şengalê pêk anîbû daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî  ye:

 "Em di salvegera fermana 3’yê Tebaxê de, di serî de hemû cangoriyên fermanê bi bîr tînin. 3’yê Tebaxê gelê Êzidî û hemû gelên Kurdistanê carek din şahîdî ji fermana 73’an re kir. Bi vê fermana DAIŞ’ê re carek din komkujiyeke li ser gelê me yê Êzidî pêk hat. Li hemberî vê komkujiyê dewleta Iraqê û rêveberêya herêma Başurê Kurdistan helwesta bêdengiyê û neparastinê esas girtin. Hemû hêzên hegemon bûn hevkarê fermana civaka Êzidîyan. Li hemberî qêrînên jin û zarokan gerîlayên azadiya Kurdistanê berpirsyartiya destpêkê girtin ser milê xwe û  ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê.  Li gel hemû astengiyan li kêleka civaka xwe ya Êzidî sekinîn û Şengala ku xwedî dîrokek kevanr e parastin. Dema ku ev komkujî di astekî herî dijwar de pêk dihat şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi korîdorekî ewlekariya mîrovî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de vekirin. Bi sedan şervanên YPJ’ê û YPG’ê xwe li beramberî zihnîyata DAIŞ’ê kirin mertal û civaka Êzidî parast. Gelek rêhevalên me di oxira rizgarkirina Şengalê de gihan asta şehadetê, dubare em van cangoriyên azadiyê bibîrtînin. 

Zihniyeta cîhadîst û faşist ya DAIŞ’ê di şexsê jin de nirxên civak û jiyanê dike  armanc, kuştin, revandin, firotin û wek cariyeyên xîlafetê bikar anîn, raste rast êrişeke polîtîk îdeolojîk e. Bi van êrişan re yekser bîrdoziya azadiya jinê armanc digrin. Li beramberî van êrîşan  bi pêşengtiya  jinên Êzidî gelê me yê Şengalê çek rakir û xwedî li rûmeta xwe derketin. Ji ber êdî di vê sedsalê de ti civak nikarê bê parastina rewa jiyana xwe û çanda xwe bidomînin.  Civaka me ya Êzidî ev 11 sale ji bo ku nasname û statûya wan bi awayekî fermî bê naskirin, tê dikoşe û bi parastina rewa pergala xwe ya rêveberiya xweser dane avakirin.

Di roja me ya îro de jî bi sedan jinên Êzidî di nava pençên DAIŞ’ê de dîl girtî û li benda xelasiyê ne. Şervanên YPJ’ê heya niha gelek jin û ciwanên Êzidî ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin. Em wek YPJ’ê xwe li hember rizgarkirina hemû jinên Êzidî berpirsyar dibinin, û têkoşîna me wê ji bo hemû jinên li Sûriyeyê,  jinên ku di destê DAIŞ’ê de dîl hatene gertin de be . 

Gelê me yê Şengalê bi biryar e ku ax û rûmeta xwe her tim biparêzin. Gelê Şengalê fikrên Rêber Apo yên çareseriya civaka demokratîk bi pergala xwe ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê jiyanî dike û ewlekariya xwe misoger dike.

Bi stratejîya xweparastinê wê têkoşîna jinan her ku biçe li beramberî zihniyeta dewlet û mêrê serdest bibe çanda jiyana azad a jê neveger. Weke YPJ wê têkoşîna rizgarkirina jinên Şengalê  erka me ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de em ê li gel civaka Êzidî amade bin.

Li ser vê bingehê em carake din ji şehîdên azadiyê re, ji dayikên şehîdan re, hemû jin û  gelê Êzidî yê ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan re soza welatê azad didin,soza me wê bibe têkoşîna me."

(bb)