Rûspiyan girîngiya nirxên biratiyê gotûbêj kir

Rûspiyan banga xurtkirina nirxên biratiyê û rêzgirtina hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civakê de kir û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn nîşan da.

2 tebax, 2025   14:50
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Amûdê û Meclisa Deokratîk a Gelan a Kantona Cezîrê, civîneke giştî li Hola Meclisa Gelan a bajêr li dar xist. Di civînê de rewşa herêmê, aştiya navxweyî û hevgirtina civakî hat gotûbêjkirin.

Civîna ku nûnerên eşîran, endamên saziyên civaka sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya hundirîn beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Meclisa Gelan a Dmokratîk Îmad Mecwil der barê girîngiya xurtkirina aştiya navxweyî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de axivî.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf li ser têkoşîna Kurdan axivî û da zanîn ku yekitî û hevgirtina di navbera Kurdan de encama berxwedana gel e. Mele Newaf der barê rewşa Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku desthilata niha heman kiryarên rejîma Baasê dubare dike û li dijî gelek mezheb û civakan binpêkirin pêk anî, weke komkujiyên li peravên Sûriyeyê û Siwêdayê.

Mela Newaf bal kişand ser rola birîng ya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) bo parastina aramî û ewlehiyê li herêmê. Her wiha da zanîn ku sistema Rêveberiya Xweser a Demokratîk mafên hemû civakan diparêze û banga yekitî û hevgirtin pêkhateyên civakê kir.

Ji Rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nasir Deqorî diyar kir ku di vê qonaxa hestyar de ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, pêdivî bi piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn heye.

Beşdarên civînê jî nêrîn xwe anîn ziman û bal kişandin ku girîng pirsgirêkên civakî yên ku di navbera malbat an eşîran de derdikevin bi rêya diyalog û têgihîştinê werin çareserkirin. Beşdaran piştgiriya xwe ji bo QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn anîn ziman.

(k)

ANHA