Zarokek berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

Mihemed Elî Demhat Reşîd ê 5 salî beriya ku di koma 4'emîn de vegere Efrînê duh di encama teqandina ketober a guleyan de jiyana xwe ji dest da.

Zarokek berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da
9 gulan, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Mihemed Elî Demhat Reşîd ê 5 salî duh li wargeha ciwanan a li bajarê Hesekê dema pêşwazîkirina dîlgirtiyan di encama teqandina ketober a guleyan de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Mihemed Elî Demhat Reşîd ji navçeya Raco ya bajarê Efrînê ye. Beriya ku di koma çaremîn de vegere Efrînê, kurê xwe ji dest da.

Li bajarê Qamişloyê jî duh dema pêşwazîkirina dîlgirtiyan, di encama teqandina guleyan de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

(bb)