Hizbullahê baregeheke Îsraîlê kir hedef, Tel Avîvê 85 êriş pêk anîn

Piştî êrişa Hizbullahê ya li dijî baregeheke wê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê zêdetirî 85 êriş li başûrê Lubnanê pêk anîne.

Hizbullahê baregeheke Îsraîlê kir hedef, Tel Avîvê 85 êriş pêk anîn
9 gulan, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de êrişên bejahî û hewayî li dijî 85 hedefên Hizbullahê kirine. Li gorî artêşê, di êrişê de depoyên çekan, tesîsên leşkerî û qaîdeyên avêtina mûşekan kirine hedef.

Hizbullahê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê duh mûşek avêtin leşkerên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê û diyar kir "Wekî bersiv li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser taxên başûrê Lubnanê, baregeha Şeraxa ya li bakurê Îsraîlê bi mûşekan hat hedefkirin."

(bb)