Ukrayna: Di 24 saetan de hezar û 80 leşkerên Rûsyayê bûn qurbanî

Ukraynayê ragihand ku di 24 saetan de nêzî hezar û 80 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û birîndarkirin.

Ukrayna: Di 24 saetan de hezar û 80 leşkerên Rûsyayê bûn qurbanî
9 gulan, 2026   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Ukraynayê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir.

Di daxuyaniya serfermandariyê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Ukraynayê (Ukrainform) ve hatiye ragihandin, ev agahî hatine parvekirin: “Di 24 saetên dawîn de hezar û 80 leşkerên rûsî hatine kuştin an birîndar bûne. Bi vê yekê hejmara windahiyên Rûsyayê yên ji destpêka şer ve digihêje nêzî milyon û 340 hezar û 270 kesî.”

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer (Sibat 2022) ve, hêzên Ukraynayê bi hezarên baregeh û alavên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine û ev agahî hatin parvekirin: 11 hezar û 920 tank, 24 hezar û 541 wesayîtên zirxî, 41 hezar û 714 pergalên obîsan, hezar û 780 roketavêj û hezar û 371 pergalên parastina hewayî, 435 balafirên şer, 352 helîkopter, hezar û 351 sîstemên bejayî yên otomatîk, 281 hezar û 208 balafirên bêpîlot û 4 hezar û 585 mûşekên kruz, 33 keştiyên şer û 2 keştiyên binê deryayê, 95 hezar û 252 wesayît  û tankên sotemeniyê û 4 hezar û 173 yekîneyên alavên taybet hatin rûxandin.

(bb)