Zanyarên cîhanê sîstema perwerdeya şoreşê gotubêj kir

Gelek zanyarên ji welatên cuda sîstema perwerdeya li Bakûr û Rojhilatê, asta pêşketina raman û civakîbûna di dema şoreşê de, gotubêj kirin.  

Zanyarên cîhanê sîstema perwerdeya şoreşê gotubêj kir
26 cotmeh, 2023   15:01
QAMIŞLO

Gotûbêj bi pêşengiya Zanîngeha Rojava bi navê “Diyaloga Zanyarên Cîhanî bi Zanîngeha Rojava re” bi rêya online pêk hat. 

KÎ BEŞDAR BÛN?

Di gotubêjê de Endamê Meclîsa Nûneran a Fîlîpînê û Profesorê Civaknasiyê yê Zanîngeha Binghamton Prof. Walden Bello, Profesorê Antropolojiyê yê Kolombî-Amerîkî yê Zanîngeha Karolinaya Bakur Prof. Arturo Escobar, Profesorê Antropolojî û Erdnîgariyê yê Zanîngeha Bajarê New Yorkê Prof. David Harvey, Hîndekara Zanîngeha Cork a Îrlandayê Dr. Theresa O'Keefe amade bûn.

Li ser navê Zanîngeha Rojava jî Rêveberê Beşa Têkiliyan a Zanîngeha Rojava Dr. Mistefa Alamholo, Mamoste Rohan Mistefa, Hevserokê Enstîtûya Zanistên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Rojava Dr. Serdar Saadi, Hevseroka Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Sorgul Ebdulselam û Mamosteya Beşa Jineolojiyê Zozan Sîma beşdar bûn.

Di gotûbêjê de li ser sîstema perwerdeyê ya li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, asta pêşketina ramyariyê, têkoşîna ji bo pêkanîna demokrasî, wekheviya zayendî, tevlîbûn û jiyana hevpar a li hemberî kêşeyên derve, êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, wate û girîngiya Jineolojî nirxandin hatin kirin. Her wiha pirsên li ser van mijaran hatin bersivandin.

(sb/a)

ANHA