′Em ê çalakiyên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bikin′

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û xelkê wê bang li rêxistina mafên mirovan û CPT′yê kir ku xebateke cidî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û got ew ê çalakiyên xwe ji bo vê armancê dewam bikin.

′Em ê çalakiyên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bikin′
26 cotmeh, 2023   14:49
MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya endamên rêveberiyê, komîte, saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclisên bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya û xelkê bajêr li Yarîgeha 4′ê Nîsanê daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xilo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin her tim hêzên kapîtalîst û tevahî rejîmên desthilat hewl didin çi fikreke azad ku gel xwe dispêrin biçewisîne û li dijî tevahî kesayetên xwedî ev taorî û di serî de taoriya neteweya demokratîk a bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan kiryarên çewisandinê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de bang Ii rêxistinên mirovî û hiqûqî nemaze CPT′yê hate kirin ku rweşa Rêber Abdullah Ocalan bişopîn û di civînên NY′ê yên taybet bi mafên mirovan û girtiyan de nîqaş bikin.

Di dawiyê de hate gotin ew ê di oxira pêkanîna şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de pêngavên xwe dewam bikin.

(fr)

ANHA