Zanyarê siyasî: Ji normalîzekirina bi Siûdiye re Til Avîv sûdwarê mezin e

Profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha El Qudisê Dr. Eymen El Reqeb anî ziman ku ruxmî hewldanên DYAˊyê di dosyaya normalîzekirinê de, lê belê Washington nikare normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê de bigihîne serî.

Zanyarê siyasî: Ji normalîzekirina bi Siûdiye re Til Avîv sûdwarê mezin e
31 gulan, 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Beriya hilbijartinan rêveberiya serokê Amerîkayê, Joe Biden hewl dide fişarê li Erebistana Siûdî û Îsraîlê bike ji bo ku bi normalîzekirinê de biçin. Lê astengiyên mezin der barê wê yekê de hene. Riyad xwedî mercan e ku ne pêkan e Îsraîlê li ser erê bike. Çavdêr jî bi hikumeta herî tundraw di dîroka Îsraîlê de wesifand.

Têkildarî mijarê profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha El Qudisê Dr. Eymen El Reqeb ji ajansa me re axivî û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewl dide beriya hilbijartinan diyariyekê pêşkêşî Îsraîlê bike. Demokratparêz dixwazin rêça Trump temam bikin û tiştekî pêşkêş bikin. Hin fişarên mezin li Erebistana Siûdî hatin kirin ku normalîzekirinê bi dagirkeriya Îsraîlê re heta li gel şerê li ser Xezayê pêk bîne."

El Reqab gotinên Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYA'yê Jack Sullivan anî ziman ku "Eger Riyad dixwaze bi me re peymaneke hevpar a parastinê îmze bike, divê pêşî bi Tel Avîvê re normalîzekirinê bike" û wiha domand: "Ruxmî ku helwesta Siûdiye ji normalîzekirinê diyar e, nemaze ku wê însiyatîfa Erebî ya aştiyê pêşkêş kiriye. Li gorî însiyatîfê, heta Îsraîl dewleta Filistînê qebûl neke, normalîzekirin dest pê nake."

El Reqeb diyar kir ku Erebistana Siûdî der barê vê helwestê de tawîz û nermbûneke mezin pêşkêş kirin; ji ber ku dizane di hundirê hikumeta Îsraîlê de ti kes bi aştiya bi filistîniyan re bawer nake û dê di encamê de hewldanên ji bo lihevkirinê werin têkbirin.

El Reqeb diyar kir ku mijar ne hêsan e û Washington dê di vê hewldanê de bi ser nekeve û demokratparêz dê biçin û komarparêz dê werin, yanî normalîzekirin pêk nayê, ji ber ku heke Erebistana Siûdî bê avakirina dewleteke filistînî, dest bi normalîzekirinê bike, wê di rewşeke şermîn de be.

Dr. Eymen El Reqeb anî ziman ku ger normalîzekirinê pêk were bi wê re xebatên aştiyê û jihevcudakirina her du dewletan dê dest pê bikin û di encamê de li herêmê bi gistî aramî dê pêk were, berovajî wê, heke çareserî tune bû, nefreta li herêmê dê zêde bibe û niha ev tişt di nava gelê Filistîn û Îsraîlê de rû dide lê belê ji wê zêdetir bûye.   

Têkildarî sûdên ku dê Erebistana Siûdî û Îsraîl ji vê normalîzekirinê werbigirin, Eymen El Reqeb wiha axivî: "Heke Erebistana Siûdî, normalîzekirin erê bike, dê lihevkirina parastina hevbeş a bi DYA`yê re bikeve meriyetê û dê bi erêkirina Îsraîlê, çek û cebilxaneyên din werbigire. Her wiha dê rewşa welêt bi giştî pêş bikeve bi taybet bajarê Niyom ku sînorên wî digihêje axa Filistînê."

Eymen El Reqeb wiha dawî li gotina xwe anî: "Til Avîv sûdmendê herî mezin e. Îsraîl dê bibe parçeyeke herêmê û hemî dewletan dê wê nas bikin û aboriya wê bi awayekî mezin dê geş bibe. Dê sûkên wê li pêş sûkên ereban vekirî bin û statuya wê ya siyasî li herêmê mezin bibe."

(fr)

ANHA