Cotkar sebzeyan dadixin sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Piştî ku cotkarên sebzeyan berhemên xwe daxistin sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, buhaya sebzeyan bi awayekî balkêş erzan bû. Hemwextî wê cotkaran bang kir ku piştgiriya qada çandiniyê ji vê bêtir bê kirin ji bo ku bi pêş keve.

31 gulan, 2024   07:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Cotkarên sebzeyan, ev çend sal e sebze bi gelek rêbazan diçînin. Tunel yek ji wan rêbazan e ku cotkar şitilên sebzeyan di tunelên neylûnkirî de diçînin da ku wê ji avhewayê biparêzin û zû bigihên. 

Cotkaran di rojên dawîn de dest bi daxistina berhemên xwe li sûkên xwecih kir. Ev jî buhaya sebzeyan erzan kir.

Ji ber wê kîloya xiyaran ku berê 12 hezar lîreyên sûryeyî bû, daket 4 hezaran. Firingî jî bi 10 hezaran dihatin firotin lê niha bi 5 hezaran e.

Li herêmê cûreyên sebzeyan wek firingî, xiyar, pîvaz, bacan, kundir û hwd tên çandin.

Cotkarê ji gundê Sîha yê bajarê Tirbespiyê Mihemed Cuma diyar kir ku berhemdayîna sezbeyan li herêmê, xwetêrkirinê pêk tîne û cûreyên baş ên sebzeyan li sûkê peyda dike.

Cuma wiha domand: "Bi berhemdayîna xwecih re, pêwîstî bi kirîna sebzeyan ji derveyî herêmê tune ye. Ji ber wê jî buhaya sebzeyan li gorî rewşa welatiyan erzan dibe."

Cuma der barê alîkariya ji qada çandiniyê re tê dayîn de destnîşan kir ku mazot û semad dereng hate belavkirin û ji ber wê bang li saziyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku plansaziyan li gorî mewsima çandiniyê re deynin.

(mh)

ANHA