Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk ji bo çandina cureyên nû yên daran, projeyeke lêkolînê ragihand.

Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk dest bi projeyekê dikin
25 mijdar, 2024   15:45
QAMIŞLO

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk îro destpêkirina projeya lêkolîneke çandiniyê bi navê "Zanîn hunera azadiyê ye" ragihand.

Çalakiya ragihandina projeyê bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Rojava û pisporên jîngeh û çandiniyê, li avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê hate lidarxistin.

Di çarçoveya projeya lêkolînê de dê cureyên daran li wekî Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Reqa û Kobanê werin çandin û di pêvajoya 3 salan de dê ji aliyê xwendekarên Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ve li ser wan daran lêkolîn bêne kirin. Di qonaxên pêş de dê cureyên daran ên herî bihêz li gelek deverên herêmê bêne çandin. Her wiha dê akademîsyenên ji derveyî Sûriyeyê jî dê beşdarî lêkolînan bibin.

(k)