2 şehîd hatin oxirkirin

Şervanê HREˈyê Polat Efrîn û welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos hatin oxirkirin.

2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
2 şehîd hatin oxirkirin
25 mijdar, 2024   15:49
ŞEHBA

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn (Polat Efrîn) Şiyar Reşo ku duh şehîd bûbû û welatiyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd ê ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Halîsa şehîd bûbû, hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos a li bajarokê Fafînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Xelîl Îso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne. Em li vir kom bûne soz didin şehîdan ku em ê heta bidestxistina serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser xeta wan bimeşin."

Bi navê Saziya Gaziyên Şer a Kantona Efrîn-Şehbayê Gîvara Şoreş bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a faşîst li pêşiya çav û guhên tevahiya cîhanê sûcên herî mezin li dijî gelê me pêk tîne. Em baş dizanin û rêya serketin û azadiyê hewcedarî fedakariyan e. Em ê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrînê şehîdan bidin.”

Di merasîmê de sekreterê Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk Ehmed El Erac soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenze bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(bb)

ANHA