YPJ: Şoreşa Jin bi parastina Kobanê re bi nav û deng bû

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku pêşengiya jinên Kurd di berxwedana Kobanê de hişt ku Kobanê bibe warê baweriya avakirina pergala netewa demokratîk û got: “Vê baweriyê hêz û hêviya cîhanê geş kir û berxwedaniya Kobanê asteke enternasyonalîst qezenc kir.”

YPJ: Şoreşa Jin bi parastina Kobanê re bi nav û deng bû
1 mijdar 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê (1`ê Mijdarê) li ser malpera xwe ya femî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ`ê hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn, sekna tevahî fermandar û şervanan silav kir û Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê herêmê, jinan û hemû hêzên ku xwedî biryara avakirina jiyaneke demokratîk in pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Roja Kobanê ya Cîhanê encama hêza yekîtiya gelan û bereyên demokrasiyê ye û hat gotin: “Kobanê ji hêzên hegemon yên ku qirkirin û tûnekirina gelan weke bekaya xwe didîtîn re bû peyama bi ti şêwazî qebûl nekirin û serî netewandina li hemberî bindestiyê.”

Hat destnîşankirin ku serkeftina Kobanê bi sekn û berxwedana neteweyî ya gelê Kurd ku bingeha xwe ji fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan werdigire, hatiye bidestxistin û wiha dewam kir: “Li ser vê bingehê em weke YPJ Rêberê Netewa Demokratîk Rêber Apo silav dikin û girêdana xwe ye Rêberê Gelan nû dikin. Ger ku cîhanê berxwedaniya Kobanê nas kir û hebûna xwe di vê berxwedaniyê de dît, di vê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber Apo ve hate dayîn.”

YPJ`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cîhana li hemberî kiryarên faşîzmê hatibû bêdengkirin, li Kobanê di pêşengtiya jinan de dengê xwe bilind kir û got: “Şoreşa Jin li Kobanê dest pê kir, bi parastina Kobanê bi nav û deng bû û xwe belavî seranserê herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê kir. Berxwedaniya Kobanê ku di pêşengtiya jinan de hate meşandin hişt ku mirovahî xwe weke xelekeke demokrasiyê birêxistin bike. Yên ku di berxwedaniya dîrokî a Kobanê de pêşengtî kirin jinên Kurd bûn, ev pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk. Vê baweriyê hêz û hêviya tevahî cîhanê geş kir. Bi vê yekê re êdî berxwedaniya Kobanê bû cîhanî û asteke enternasyonalîst qezenc kir.”

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser êrîşên dewlete Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hat kişandin û hat gotin: “Cîhana ku dema berxwedaniya Kobanê de qala berxwedanî û lehengiya vî gelî kir, jê bandor bû û piştevanî da Kobanê, îro jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e. Heman bajar îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê ku ji fikrê DAIŞ’ê tirsnaktir e. Li hemberî vê yekê bêdengiya heyî erêkirina van êrîşan e. Ya ku teqez van êrîşan rawestîne bertekên eniya jin û gelan e. Em weke hevrêyên Rêvan, Arîn, Medya, Zehra, Gelhat, Herdem û gelek qehremanên ku wê dîrok tû car nikaribe ked û berxwedaniya wan înkar bike, tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û soza pêkanîn û xwedîderketina armancên wan didin. Em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên cîhanê dikin ku mîsogeriya jiyaneke azad wê cardin bi xwedî derketina berxwedaniya Kobanê re mîsoger bibe.”

(c)