Şerê çeteyan û hêzên Şamê didome: Çeteyek birîndar bû

Di şerê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Heleb, Idlib û Lazîqiyê de çeteyekî ′Ensar El Tewhîd′ birîndar bû.

Şerê çeteyan û hêzên Şamê didome: Çeteyek birîndar bû
1 mijdar 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê gundên Fitêra, Filêfil û Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin, di encamê de çeteyekî ′Ensar El Tewhîd′ birîndar bû.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê yên li bendên kontrolê yên li derdora herêma ′bêçek′ gundên Qesir û Kefir Emê yên li rojavayê Helebê bi çekên giran topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ li derdora Kebanê ya li çiyayê Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê bi hawanan hev topbaran kirin, lê tenê zirarên madî çêbûn.

(fr)