Hemasê daxuyaniyên Til Evîvê yên têkildarî Kampa Cibalya derewandin

Berdevkê Artêşa Îsraîlê îdia kir fermandarekî payebilind ê Hemasê li Kampa Cibalya hatiye hedefgirtin. Wezareta Karên Hundir a Filistînê jî ragihand Îsraîlê li kampê komkujî kiriye û 400 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Hemasê daxuyaniyên Til Evîvê yên têkildarî Kampa Cibalya derewandin
1 mijdar 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Filistînê duh ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê de 400 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Berdevkê wezaretê Iyad El Bezim di civîneke çapemeniyê de got ku Îsraîlê li taxeke sivîlan a Kampa Cibalya komkujî pêk aniye û tax bi temamî rûxandiye.

Li aliyê din berdevkê artêşa Îsraîlê Richard Hecht daxuyand ku balafirên wan ên şer Kampa Cibalya ya Xezayê bombebaran kirine û îdia kir ku hedefa êrişê fermandarekî payebilind ê Hemasê yê li kampê bûye.

Tevgera Hemasê jî li ser zimanê berdevkê xwe Hazim Qasim, daxuyaniyên Îsraîlê yên têkildarî hebûna fermandarên wê li kampê derewandin û diyar kir: “Îsraîlê bi vê yekê hewl dide sûca xwe li dijî sivîl, zarok û jinên li Kampa Cibalya rewa bike.”

Ji aliyekî din ve, Îsraîlê ragihand ku niha tu dan û standinên têkildarî berdana dîlgirtiyan tune ne, lê belê Hemasê diyar kir ku wan navbeynkar agahdar kirine ew ê hin dîlgirtiyên biyanî yên li cem wan berdin.

Li gorî nûçeya AFP`ê, Misirê ragihand ku ew ê îro bi rêya deriyê Refeh ê sînorî hejmareke birîndarên Filistînê pêwşazî bike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji 7`ê Cotmehê de li Xezayê 8 hezar û 525 kesên ku 3 hezar û 542 ji wan zarok in, di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

(c)