‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyek e’

Endamê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan Behrem Xalid diyar kir ku pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan gava bingehîn a piştgiriya diyalog û aştiyê ye. Behram Xalid ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyek e’
13 hezîran, 2026   07:47
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Endamê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan Behrem Xalid têkildarî berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîdê, mafê wî yê hêviyê û bandora pêkanîna vî mafî li ser pêvajoya aştiyê, ji ajansa me re axivî.

Behrem Xalid diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hewl dide ewlehî, demokrasî û wekheviyê pêk bîne û li dijî desthilatdarî û kaosa di nav civakê de têkoşînê dike.  Xalid anî ziman ku mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan rewa ye, divê were pêkanîn û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Xalid di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna bi salan a Rêber Abdullah Ocalan a di girîtgehê de, tevî mercên girtîgehê girêdana wî bi helwest û ramanên wî ve nîşan dide û got: "Mafê hêviyê jî di nav de, daxwaza Rêber Abdudllah Ocalan a mafên xwe di çarçoveya daxwazên girêdayî nirxên demokrasî, aştî, wekhevî û ewlehiyê de ye û ji daxwazên gelê Kurd û gelên herêmê nayê veqetandin."

Xalid bal kişand ser pêvajoya aştiyê jî û bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê da destpêkirin, lê dewleta Tirk heya niha tu gavên cidî neavêtiye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gava yekemîn a ku divê biavêje, divê mafê hêviyê pêk bîne û Rêbertî azad bike, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikir û feslsefeyek kûr e û azadiya wî ya fîzîkî çareseriya bingehîn ji pirsgirêkan re ye.”

Xalid anî ziman ku gelê Kurd tevî gelek aliyên cîhanî li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne û got: "Dewleta Tirk qanûnên ku wê bi xwe derxistiye binpê dike. Mafê her girtiyekî heye ku hefteyê çend deqeyan bi cîhana derve re peywendiyan çêke. Eger carcaran hevdîtin bi Rêbertî re têne kirin ew jî encamên zextan e. Ev dide diyarkirin ku nêzîkatiyên dewleta Tirk ji pêkanîna qanûnan wêdetir girêdayî mercên siyasî ne. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Rêber Abdullah Ocalan salên dirêj ên temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, berdewama ragirtina wî neheqiyek li dijî mirovahiyê ye. Gelên herêmê siyasetên dewleta Tirk ku dixwaze li gorî kêfa xwe pirsgirêkan çareser bike red dike. Dewleta Tirk naxwaze li gorî pêvajoya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ragihandiye, aloziyan çareser bike."

Xalid îşaret bi vê yekê kir ku bêyî rola Rêber Abdullah Ocalan pirsgirkên herêmê û Tirkiyeyê çareser nabin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelo ligel berdewama ragirtinê, çawa hevdîtineke rasteqîn bi cîhana derve re bike. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo azadiya wî dewam dike. Baweriyeke zêde bi vê yekê heye ku azadiya wî ya fîzîkî kilîta sereke ji pirsgirêkên heyî re. " Behrem Xalid diyar kir ku gelek rêberên cîhanê, wek Nelson Mandela ezmûnên girtîgehê derbas kirine, lê mekanîzmayên hevdîtina bi wan re ne wekî yên niha bi Rêber Abdullah Ocalan re bû.

Behrem Xalid destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan girêdayî domandina têkoşîna li ser asta tevgerê û têkoşîna fikirî û ya gel ve ye û got, her kesên ku banga ewlehî û aramiyê dikin van siyasetên dewleta Tirk red dikin.

Xalid anî ziman ku armanca ji siyasetên dewleta Tirk têkbirina doza Kurd e û diyar kir ku pêvajoya heyî ligel têkoşîna domdar a ji zêdetirî 27 salan a ji bo demokrasî, wekhevî û aştiyê, cuda ye.

Xalid da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe yên rewa dixwaze û wiha domand "Em hemû bi hêvî ne ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Bi azadkirina wî dê derfetên aramî û ewlehiyê li herêmê çêdibin, ji ber ku Rêbertî hêmanê sereke di her hewldaneke çareseriyê ya siberojê ye. Ev maf jî ji aliyê dewleta Tirk an jî Neteweyên Yekbûyî ve nayê dayîn, di heman demê de wekê sedeqe nayê dayîn, lê bi têkoşînê tên bidestxistin. "

Xalid di nava axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku destkeftiyên hatine bidestxistin encamên keda mezin, xwîna şehîdan û hewldanên domdar ên gel e û got, têkoşîna ku zêdetirî 50 sale dewam dike, faktora sereke ya parastina dozê ye û ramanên Rêbertî û xeta wî bingehên siberojeke azad in.

Behrem Xalid di dawiya axaftina xwe de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê li gelên herêmê kir û got: "Em bi wê baweriyê de ne ku dê azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û siyasetên dewleta Tirk têk biçin."

(bb)

ANHA