Rojnameyên erebî îro: Şam û Rûsyayê li Idilbê bersiv da dewleta Tirk

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Idlibê, endamtiya Swêd a NATO`yê û têkiliyên Erebistana Siûdî-Îsraîlê.

Rojnameyên erebî îro: Şam û Rûsyayê li Idilbê bersiv da dewleta Tirk
1 mijdar, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetan a Sûriyayê têkildarî rewşa Idlibê bi sernavê “Rûsya û Şamê li Idlibê bersiva dewleta Tirk da” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hêzên Şamê êrişên xwe li dijî “terorîstên çiyayê Zawiyê” yên li başûrê Idlibê zêde kirine, di encamê de windahiyên mezin ên canî û madî çêbûne. Hat destnîşankirin ku hemwextî êrişên Şamê, Rûsyayê jî herêmên bicihbûna “terorîstan” li çiyayê Zawiyê bombebaran kirine. Li gorî rojnameyê, ev yek di çarçoveya bersivdayîna binpêkirina lihevkirinên agirbestê ji aliyê çeteyan ve pêk tê û dewleta Tirk di wê yekê de piştgiriyê dide çeteyan.

ENDAMTIYA SWÊD A NATO`YÊ Û HEWLDANÊN ERDOGAN

Rojnameya El Ereb jî têkildarî endamtiya Swêd a NATO`yê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku ruxmî serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan mijara endamtiya Swêd a NATO`yê xist rojeva parlamentoya Tirkiyeyê jî, lê rayedarên Tirk dibêjin ku geşedanên xwecih ên li Tirkiye û Swêdê dibe ku gava dawîn zehmet bikin. li gorî nûçeya rojnameyê, serokkomarê Tirkiyeyê beriya tevlêbûna Swêd a NATO`yê hewl dide helwesta Amerîka têkildarî balafirên F-16 misoger bike.

'SIÛDIYÊ GIRÎNGIYÊ DIDE NORMALÎZEKIRINA BI ÎSRAÎLÊ RE'

Tora El Hurra jî li gorî dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê ragihand ku Erebistana Siûdiyê hê jî girîngiyê dide normalîzekirina bi Îsraîlê re. Di rapora El Hurra de bal hat kiaşndin ku şandeyeke Senatoya Amerîkayê piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê û bi taybet beriya 10 rojan serdana Siûdiyê kiriye û bi Mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman re hevdîtin kiriye. El Hurra li gorî çavkaniyan eşkere kir ku peyama ku şandeya Amerîkayê ji rayedarên Siûdiyê girtiye ew e ku welatê wan hîna jî girîngiyê dide hewldana gihîştina lihevkirinekê ji bo normalîzekirina bi Îsraîlê re.

(c)