YNK`ê êrişa li ser Yekîneya 70’ê ya li Silêmaniyê şermezar kir

Fraksiyona YNK’ê êrişa li baregeha Yekîneya 70’ê yên li navçeya Taslûce ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê şermezar kir.

YNK`ê êrişa li ser Yekîneya 70’ê ya li Silêmaniyê şermezar kir
2 tîrmeh, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fraksiyona Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) têkildarî êrişa li ser baregeha Yekîneya 70’ê ya li Taslûce daxuyaniyek belav kir.

Fraksiyona YNK’ê ragihand ku kiryara sucî ya ku hedef girtina baregeha Yekîneya 70’ê ya li herêma Taslûce ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi du dronên xwekuj, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku eşkereye armanca van kiryaran binpêkirina serweriya ax û qada hewayî ya Iraq û Kurdistanê, her wiha ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan xistina metirsiyê ye.

Fraksiyona YNK’ê ragihand ku duh parêzgeha Kerkûk û şeva borî jî Silêmaniyê hate hedef girtin. YNK’ê bang li Serokwezîrê Iraqê kir ku ji bo eşkerekirina rastiyan û destnîşankirina çavkaniya sereke ya mûşek û dronan, lijneyek lêpirsînê ya lezgîn ava bike.

Herî dawî Fraksiyona YNK’ê daxwaz kir ku mal û milkên welatiyan û serweriya welat were parastin da ku pêşî li her kiryarek ku ewlehî û jiyana hevbeş a welat têk bibe were girtin.

Duh bi şev li taxa Taslûce ya Silêmaniyê û nêzî baregeha Yekîneya 70’ê ya pêşmergeyan, 2 dronên xwekuj hatine xistin.