Salih Muslim: Yên ku berjewendiyên wan tê de hene naxwazin ev şer biqede

Salih Muslim têkildarî helwesta dewleta Tirk a li hember ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku tecrîda heyî hinekî sist kirine û got “Pîvanên ku heya niha danîne ji bo xwestekên wan in, tiştên ku xizmetî armanca wan bikin. Bê guman vî tiştî ne gel, ne partî û ne jî em qebûl dikin.”

Salih Muslim: Yên ku berjewendiyên wan tê de hene naxwazin ev şer biqede
2 tîrmeh, 2025   10:33
HESEKÊ
BAZ MORDEM – DIYAR EHMED

Endamê Desteya Hevseroktiya PYD'ê Salih Muslim têkildarî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Abdullah Ocalan a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pirsên ajansa me ANHA’yê bersivandin.

Salih Muslim, banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, bandora wê, helwesta dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, dîsa faktorên li nava Tirkiyeyê û rola civaka demokratîk nirxandin.

Hûn banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû çawa dinirxînin? Nêrîna we li hemberî helwesta Tirkiyeyê ya ji bo vê bangê çi ye?

Rêber Apo wexta ku ew bang kir, ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirk kiriye. Tişta ku kir, bandora xwe li ser giştî Rojhilata Navîn kiriye. Lê belê aliyê din çi qasî ji vê yekê re amade ne? Hin beşên Tirkiyeyê jî gihaştine wê astê ku xwe biguherînin, lê ne hemû. Ji bo wê jî bangewazî hîna di pêvajoyê de ye. Me dît ku PKK’ê xwe fesih kir, agirbest çêkir û gelê Kurd ji aliye xwe û rêxistina xwe ve gelekî bi erênî li mijarê dinêre. Lê yên li aliyê din dê vê yekê çi qas fêm bikin. Ji bo vê jî em texmîn dikin ku banga heyî ji bo çareseriya Kurd û ji bo tevahî çareseriya Rojhilata Navîn e. Lazim e destpêkê dewleta Tirk bi vê rabe, ji ber ku ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê astengî li hember pirsgirêka Kurd derdixe, Tirkiye bi xwe ye. Bi taybetî ji bo gelê Kurd girîng e ku em li pey bikevin. Em hêvî dikin ku gelê me bi çavekî berfireh û kûr li vê mijarê binêre.

Wekî tê dîtin pêvajo ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin. Hûn helwesta hikumeta Tirk ya ji bo vê bangê çawa dinirxînin?

Bê guman ji bo banga Rêbertî pêk bihata zemînek pêwîst bû. Lê heya niha gelek hene ku bi vê zemînê bawer nakin. Heta hinek di nava Tirkiyeyê jî jê bawer nakin. Kî ne ev? Yên ku ji vî şerê heyî feydeyê digirin. Yên ji şerê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê feyde digirin, li hundir û li derveyî welat jî gelek hêz hene ku naxwazin aştî çêbe û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê ev beşên ku naxwazin, ji aliyê Kurd bêhtir, di nava aliyê dewleta Tirk bi xwe de ne. Wekî tê dîtin serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ev fêm kiriye û dixwazin, anku ji xeynî partiyên Tirkan ên şovenîst, hemû partiyên din ên Tirkiyeyê piranî anîne ziman ku dixwazin û qebûl kirine. Niha ya ku vê pêk bîne kî ye? Dewlet bi xwe ye, AKP û Erdogan e. Astengî jî di vî milî de hene. Çi ne ev; yên ku di vî şerî de berjewendiyên xwe hene, naxwazin ev şer biqede. Ji bo vê jî tu yê têkoşînê bidî, heya ku mêjiyên wan biguhere.

Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan gavên pratîk avêtin, lê hûn sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser wî çawa dibînin?

Bê guman tecrîd ne ji niha ve ye, ev 26 sal e tecrîda heyî gihaşte pêvajoyekê ku lazim e çareseriyek bê dîtin. Hem zagonên navneteweyî û hem jî krîterên mafên mirovan bi giştî li hember tecrîdê derdikevin. Ger tu dixwazî mirovek aştiyê bîne, divê tu wî mirovî berdî anku serbest be. Di dîrokê de mîna Nelson Mandella û Gandî û hwd. Bi wî rengî serbest bûne ku karîbûn gel û tevgeran re vê bêjin. Ji bo vê jî guhertina mêjî pêwîst dike.

Ger dewleta Tirk heya niha ev tişt nekiribe kêmaniyeke gelekî mezin e. Di vî milî de hinek sist kirin; mîna serdana çend hevalên girtî, malbat û şandeya DEM Partiyê û hwd. Mesela niha sekreterya ava kirine, Serok wê karibe bêhtir bixebite, lê têrê nake. Pîvanên ku heya niha danîne, têrî tiştên ku ew dixwazin dikin, tiştên ku xizmetî armanca wan bikin. Bê guman vî tiştî ne gel, ne rêxistin û ne jî em qebûl dikin. Ji bo wê lazim e Serok bi gelê Kurd re, bi her kesî re bikare rihet bide û bistîne. Berpirsyariya vê ne ji Serok tê xwestin û ne jî dikare bi vê yekê rabe. Ger Serok serbest be, dikare gelek tiştên din bike.

Ji bo rakirina sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan divê zexteke çawa li ser hikumeta Tirk bê kirin?

Ji roja ku Komploya Navneteweyî li dijî Serok dest pê kiriye, bê guman gelê Kurd gelekî xwe bi tevger kir û heya niha jî ne sekiniye. Mesela têkiliya me bi parêzerê Nelson Mandella re hebû û wî şîretek li me kiribû. Gotûbû “Ger hûn tevger nekin û bisekinin dê Serokê we ji bîr bibe û wê bidin jibîrkirin.” Ji bo wê têkoşîna ku li welat û derveyî welat hat pêşxistin, anku tiştên ku îro dibin encama vê berxwedana gel û gerîla ye, berxwedana xebatên civakî, siyasî û dîplomasiya Kurd e. Ger em xwe lewaz û sist bikin, wê çaxê wê dewleta Tirk li gorî kêfa xwe tev bigere. Divê ev berxwedan berdewam bike, niha yek ji van jî ew hemleya navneteweyî ye. Niha jî kampanyayek heye bi navê “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku di çarçoveya wê xebatê de li gorî ku me bihîstiye 39 kes dixwazin bi Serokatî re hevdîtin bikin. Hemû jî profesor in, akademîsyen in û siyasetmedarên mezin ên navneteweyî ne. Wê çaxê dê bibêjin; “An tu derewan dikî, an tu rast nabêjî.” Lazim e ev çalakî nesekinin, nexwe dê destê dijmin li hember Rêbertî berdayî be.

Li gorî we, gelo faktor di hundirê dewleta Tirk de hene ku dibin sedema pêkneanîna gavên pratîk? Eger faktor hebin, li gorî we sedemên wê yên siyasî çi ne?

Gelek faktor di nava dewleta Tirk de hene ku astengiyê derdixin, di milê aborî de dewlemend in, sermayedar in ku di vê astengiyê de berjewendiyên xwe dibînin. Wek mînak em bêjin; îro ew qas leşkerên Tirk li Kurdistanê hene, kesên ku nan dide wan leşkeran naxwaze leşker ji wir bikişin da ku firina wî nesekine. Ev mînakeke herî biçûk bû. Wekî din qaçaxçî hene, çekfiroş hene. Wekî din di nava Tirkiyeyê de olîgarşiyek heye û yên wekî Erdogan derketine jor, ew dê çawa dakevin? Hebûna Kurdan înkar kirine û bi hişmendiya “Kurd terorîst in, lazim e em Kurdan bikujin” guhertinê dixwazin anku mêjiyekî ku bikare biguhere dixwaze. Hatine asta ku kesek straneke bi kurdî bibêje, lê bixin û bikujin. Yanî qebûlkirina gelê Kurd û bi hev re jiyana wan qebûlkirin, bi giştî ji bo wan zehmetî ne. Li ser vê hişmendiyê nîjadperestan partî ava kirine. Ji bo vê jî gelek astengî hene û bi serê xwe têkoşînê dixwaze. Gelê Kurd bi rêya rêxistina xwe, bi rêya DEM Partiyê mal bi mal, gund bi gund û bajar bi bajar digere da ku bide fêmkirin ku aştî dê çi bi xwe re bîne. Di dawiyê de dê rastî bi ser bikeve. Ew çi ye? Aştî û civaka demokratîk e.

Hûn civata navneteweyî wek berpirsê astengkirin an hêsankirina vê pêvajoyê dibînin an na? Ji bo bidawîkirina tecrîdê û rêzgirtina li hember pêvajoya demokrasiyê, rola ku dikeve ser milê hêzên navneteweyî çi ye?

Gelek hêzên navneteweyî hene, niha ji bo çi di Rojhilata Navîn de ne? Ne ji niha ve, bi sedan salan e ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn in. Tîcareta xwe xurt dikin, çekên xwe difiroşin û çanda xwe belav dikin. Ji bo vê jî civakeke azad ku bi serê xwe tev bigere naxwazin. Naxwazin dijminiyê jî bikin, çi dikin? Hin tiştên civakan asteng dikin. Ji bo çi PKK xistin lîsteya terorê? Ji bo berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re. Îcar dewleta Tirk biçûya Îngilistanê û biçûya Amerîkayê jî digot “PKK terorîst e.” Nexwe PKK li hember Îngilîz anku Amerîkiyan pêkanînên terorîstî kirine? Na… Çawa terorîst e? Ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re. Ji bo vê jî hêzên navneteweyî bi Kurdan û bi gelên din re dan û sitandinên wan li ser esasê berjewendiyê wan in. Di vir de tişta herî girîng çi ye? Hêzên navneteweyî bi xwe nakevin nava meseleyê. Destekê didin yekî, yên din berdidin yên din, yekî bi pêş dixin û yekî bi paş de dixin. Ya girîng ji aliyê civakî ve em hişyar bin. Lazim e em bizanin hemû pêkanînên wan ji bo berjewendiyên wan in, ne ji bo berjewendiyên me ne. Em nekevin vêya dê pirsgirêkên me jî çareser bibin.

Mixabin di vê demê de dîsa wiha ye. Hinek hêzên navneteweyî dixwazin aramî di Rojhilata Navîn de çêbe, ji bo ku xetên xwe yên petrolê derbas bikin û ji bo rêya tîcaretê vebe. Ev hemû di Kurdistanê re derbas dibin û ji ber ku projeyên wan li nivî mane, dixwazin çareser bibe. Hin ji wan jî naxwazin çareser bibe. Ew jî ji şerên heyî çekên xwe difiroşin. Tişta ku ew niha daxwaz dikin hene. Mesela Yekitiya Ewropayê zagonên xwe hene, ji bo mafên mirovan û ji bo miletê xwe hene ku demokrasiyê pêş dibîne. Niha ew pîvanên li gel wan, em dixwazin ji bo me jî qebûl bikin. Ji bo gelê Kurd, gelê Tirk, gelê Ereb û hwd. Ji roja ku banga aştiyê çêbûye şerekî gelekî taybet di meriyetê de ye. Li ser medyaya dijital mîna artêşa li dijî vê dixebitin. Ev kî ne? Yên ku berjewendiyên xwe di vî şerî de hene ku naxwazin aştî çêbe. Niha di wir de jî têkoşînek heye. Hêzên navneteweyî jî hinek qebûl dikin, hinek jî nakin. Ji ber wê ev ji me tê xwestin ku em li saziyan bigerin da ku vê pirsgirêkê bidin fêmkirin. Em hêvî dikin ku di dema pêş de encamên baş bigirin.

Der barê pêvajoyê û girîngiya rêzgirtina li hember mafên siyasî û mirovî yên Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd de, peyama we ji desthilata Tirk re çi ye?

Ne ku em dibêjin, niha dewleta Tirk bi xwe dibêje ku heya niha di şerê heyî de bi milyaran dolar winda kirine. Îro ew qas xêr û bêrên Tirkiyeyê hene û yên Kurdistanê jî bi giştî talan dike, îro gihaştine wê merheleyê ku mirovên Tirkiyeyê ji çopê xwarina xwe derdixin. Ev encamên şerê li dijî Kurdan in. Îro li Kurdistanê bi qasî 4-5 hezar gund hatine şewitandin û hatine valakirin. Van gundan bi giştî berhemên xwe didan Tirkiyeyê. Îro dewleta Tirk mecbûr maye diçe goşt ji derve tîne. Sedemên van birçûbûna hemû ji şerê li dijî Kurdan e. Ji Lozanê heya niha ev sed sal e çi ji vî şerî feyde dîtin? Him bi hezaran mirovên me şehîd ketin, him bi hezaran kuştin û ew qala bi 60 hezar kuştiyên xwe dikin. Dibêjin; “di vî şerî de 2 Trilyon dolarê me çûne” sedem çi ye? Bes bila Kurd azad nebin, bila koleyên wan bin. Jixwe Serok ev rastî di nirxandin, di manîfestoyê de jî anîye ziman û aşkera jî kiriye. Bila ew bifikirin ka ji bo wan çi pêwîst e. Aştî, biratî û aramî pêwîst e, bila wê bikin. Were em tev de wê ya bikin.

Hûn helwestên navxweyî û kurdistanî yên li hemberî derengxistina vê pêvajoyê çawa dibînin. Ji bo serxistina vê pêvajoyê, gavên ku divê werin avêtin çi ne?

Wextê ku Rêbertî ev gav avêt, bi giştî partiyên Kurdî li ber çavan derbas kir û nêrînên hemûyan girt. Ji ber vê jî ji sedî not ê Kurda piştgiriya vê pêngavê dikin û çi ji destê wan bê jî wê bikin. Ev ên ku li derveyî vê ya mane jî, kesên ku ji bo berjewendiyê xwe bi dijmin re girêdayî mane ne, anku di bin bandora fikrên cuda de ne. Lê ev jî wê hêdî hêdî bi ber aliyên me de werin. Dimînin hin aliyên din û hêzên navneteweyî. Ew jî wê mecbûr fikrên xwe biguherin. Em niha ji bo Sûryeyê bibêjin; Niha bihêlin em û rêveberên Şam’ê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Diçin piştgiriyê didin DAIŞ, didin hikûmeta heyî, ji bo çi? Ji bo li dijî me… Ji bo çi tu dest dirêjî dike? Ji bo ku Kurd tune bibin. Ger Kurd tune bibin tu yê bixisire! Em hêvî dikin ku hêzên navneteweyî bi vê ya bifikirin. Me berê jî got di mijara demokrasiyê de pîvanên ku ew ji bo xwe qebûl dikin, lazim e ji bo me jî qebûl bikin. Lê ji bo berjewendiyên xwe lazim e pê li me nekin. Lazim e negihêje ew qasî şer û ew qasî mirina mirovan. Bila ev nebe. Heya niha bû, lê astek jî çêbûye, lê negihaştiye asta ku mirov dixwaze ku rast piştgiriyê bikin û rast xwedî lê derkevin. Em hêvî dikin ku di demên pêş de bêhtir bê guhertin.

Bi nêrîna we, li gel arîşeyên mezin, dê siberoja banga aştiyê çawa be? Rola ku divê civaka demokratîk û hêzên wê bilîzin çi ye?

Banga Rêber Apo hişt ku gelek kes xwe di ber çavan re derbas bikin. Yanî hişê gelekan vebû û gelek kes pê fikirîn. Mesela ji bo Kurdan li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî çêbû. Ez bawer im dê ev yekrêzî di asta Kurdistanê de jî çêbe. Jixwe pêşniyarên Rêbertî jî ji bo vê hene. Serok dibêje “bila KCK û KNK bibe yek, bila Kek Mesîd Barzanî di pêş de be, bila di çavdêriya wî de ev tişt bi pêş bikevin.” Ev Kurdan bi pêş ve dibe… Ev ji bo hemû hêzên demokratîk e. Wexta ku yek derewan li xwe neke û xwe nexapîne; ger tu demokrasiyê dixwazî va ye, ger tu wekheviyê dixwazî, va ye. Kerem bike were… Bila derewan li xwe nekin. Bila xwe nexapînin, nexwe ev hemû ji bo me ye. Ji bo hêzên navneteweyî jî; yên demokrasî û aşîtiyê dixwazin ku dibêjin; “azadî, wekhevî, demokrasî,” lazim e ji bo me jî piştgiriya van tiştan bikin. Li me maye ku em xebatê bikin, alîgiran ji xwe re bibînin da ku em bikarin bandorê li qada navneteweyî bikin, heta bandorê li siyaseta dewletan bikin. Lazim e bizanin ku xwediyê vî welatî heye, ger berjewendiyên xwe hebin jî da ku bikarin berjewendiyên wan jî biparêzin. Him berjewendî û him jî prensîb. Ger ev hemû pêk werin ez bawerim dê baştir bibe.

Ji bo bidawîkirina siyaseta tecrîdê û domandina proseya diyalog û aştiyê, tu peymanên we yên din ji bo desthilata Tirk an civata navneteweyî hene?

Bi sedan sal e şerê li Rojhilata Navîn didome û hîna nesekiniye. Banga Rêbertî ji bo vî şerî derman e. Ji hemûyan tê xwestin ku piştgiriya banga Rêbertî bikin. Berî hemûyan lazim e hêzên navneteweyî bibînin ku xwediyê vê fikir û felsefeyê lazim e serbest bibe da ku bikare bixebite. Ev qas sal e tê dikoşe, fikirek û felsefeyek çêbûye, ew qas şagirtên xwe hene, rêxistina xwe heye, ji bo ku bibihîzin û bikin. Ev ji her kesî tê xwestin ku kesên dixwazin aramiya Rojhilata Navîn bibînin. Ev bê xwêdan nabe… Binêrin ji sala 1923’yan ji Lozanê heya niha Rojhilata Navîn dikele. Di encama çaresernekirina pirsgirêka Kurd de. Îro rê û rêbazên vê jî hene û gel jî amade ye ku vê bike. Ji bo şertên Rojhilata Navîn azadî, wekhevî û pêşengî pêwîst dike. Yên ku dixwazin aramiya Rojhilata Navîn pêk were, lazim e em bi hev re van tiştan bikin. Gelek kes hene heya niha jî dibêjin “rast e” lê dema tê pratikê, gavê şûnde diavêjin.

ANHA