Kêmbûna bandora Îranê li Iraqê û ‘durûtiya Îxwanan’ mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyan diyar kir ku bandora Îranê li Iraqê, ji ber zexta zêde ya Amerîka û Tirkiyeyê, lawaz bûye, di heman demê de hikumeta Sûdanî hewl dide li hember van arîşeyan helwesteke serbixwe nîşan bide.

Kêmbûna bandora Îranê li Iraqê û ‘durûtiya Îxwanan’ mijarên rojnameyên erebî ne
2 tîrmeh, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser lawazbûna bandora Îranê ya li Iraqê û helwesta welatên Kendavê ya li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê.

‘ÎRAN DITIRSE IRAQ BI PIŞTGIRIYA AMERÎKAYÊ SERÎ LI HEMBER WÊ HILDE’

Rojnameya El Ereb li ser lawazbûna bandora Îranê ya li Iraqê û derketina pirsgirêkên nû nivîsand.

Rojnameyê diyar kir ku serokatiya Îranê îhtîmala kêmbûn an tengbûna bandora Îranê li Iraqê, cidî dinirxîne. Beramberî vê yekê li şûna Îranê bandora Tirkiyeyê bi hêz dibe. Li aliyekî din Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextên li Bexdayê zêde kirine da ku têkiliyên xwe yên siyasî, ewlehî û aborî, bi taybetî yên enerjiyê, bi Tehranê re qut bike.

Der barê helwestên El Sûdanî de jî rojnameyê destnîşan kir ku El Sûdanî dê di dema serokatiya xwe de neçar be ku alîgirên herêmî yên Îranê razî bike da ku di dema hilbijartinan de nekeve bin fişara wan.

‘DEWLETÊN KENDAVÊ Û DURÛTIYA ÎXWANAN Û HEMASÊ’

Rojnameya El Xelîc li ser helwesta welatên Konseya Hevkariya Kendavê ya li hember êrişa Îsraîl-DYA’yê ya li ser Îranê nivîsî û diyar kir ku wan dewletan bi lez êrişên li ser Îranê şermezar kirin.

Rojnameyê banga ji nû ve avakirina têkiliyên bi Tehranê re, li ser bingeha serwerî û nedestwerdanê kir. Li aliyekî rojnameyê rexne li Îxwan El Muslimîn û Hemasê kir, ji ber bêdengiya wan a li hember êrişên li ser Baregeha Hewayî ya El Udeyd a li Qeterê. Rojnameyê diyar kir ku ev yek nîşana durûtiyê ye. Her wiha tekez kir ku projeya Îxwanan ew e ku ji hundir ve bikeve nava welatan û îdeolojiya xwe lê ferz bike.

Rojnameyê têkildarî guhpêdana Washingtonê ya dosyaya Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed jî nivîsî ku ji bo Îranê windahiyeke stratejîk bû.

Li gorî rojnameyê DYA niha cezayan li ser Sûriyeyê radike û rê dide geşepêdana aborî, da ku aramiyeke siyasî çêbe û Sûriye ji Îranê dûr bikeve û bi Îsraîlê re lihevhatinê bike.