YE`yê ferzkirina cezayan li Îsraîlê dinirxîne

Yekitiya Ewropayê ragihand ku ew “ferzkirina cezayan li Îsraîlê dinirxîne ji bo ku şerê li Xezayê rawestîne” û diyar kir ku alozbûna krîza mirovî dê “mirinê, wêraniyê û koçberiyê” zêdetir bike.

YE`yê ferzkirina cezayan li Îsraîlê dinirxîne
16 îlon, 2025   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa siyaseta derve ya YE`yê Kaya Kallas li ser hesabê xwe yê “X” ragihand ku Komîseriya Ewropayê ji bo ku fişarê li hikumeta Îsraîlê bike da ku şerê li Xezayê rawestîne, dê tedbîrên nû pêşniyar bike.

Li gorî Kaya pêşniyar ev in; di aliyê bazirganiya li ge Îsraîlê de hin xebat rawestînin, ceza li wezîran û kesên destê wan di tundiyê de hene, ferz bikin.

Beriya wê jî, berdevkê YE`yê Enwer El Enûnî destnîşan kiribû ku êrişa Îsraîlê dê wêranî û miriniyê zêdetir bike. El Enûnî helwesta xwe ya redkirina koçberkirina filistîniyan, careke din teqez kir.

(şx)