Yemen û şoreşên gel di rojeva rojnameyên erebî de bû

Rojnameyên erebî li ser pêşketinên di pevçûna Yemenê û bandorên destwerdanên herêmî û navneteweyî, her wiha zehmetiyên ku şoreşên gel pê re rû bi rû ne nivîsîn.

Yemen û şoreşên gel di rojeva rojnameyên erebî de bû
17 cotmeh, 2026   09:21
NAVENDAS NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser pîvanên şerê li Yemenê, çarenûsa şoreşên gel û asta ku gel dikare destkeftiyên xwe ji destwerdana biyanî biparêze.

RÛXANDINA REJÎMAN NAYÊ WATEYA PÊKANÎNA AZADIYÊ

Rojnameya El Quds El Erebî li ser zehmetiyên ku şoreşên gel pê re rû bi rû dimînin, ji ber zêdebûna destwerdanên biyanî û bandora zêde ya hêzên navneteweyî, axivî û pirsa hêza gel kirji bo kontrolkirina çarenûsa xwe û gihîştina armancên xwe di nav tevliheviya berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî de.

Rojnameyê bal kişand ser ezmûnên Lîbya, Sûriyeyê, Misir û Sûdanê û diyar kir ku hilweşandina rejîman nayê wateya ku azadî û aramiyê garantî bûye, ji ber ku dabeşbûnên navxweyî, destwerdanên biyanî û nebûna alternatîfên siyasî yên rêxistinkirî dikarin bibin sedema betalkirina daxwazên guhertinê û welatan veguherînin qadên pevçûn û çareserkirina hesabên herêmî û navneteweyî.

rojnameyê hişyarî da ku amûrên bandora derve êdî bi destwerdana rasterast a leşkerî ve sînordar nînin, lê di heman demê de karanîna pere û çekan, piştgiriya ji bo komên çekdar, dabeşbûnên civakî, û propagandaya dîjîtal jî dihewîne.

DU ŞER DI YEKÊ DE

Rojnameya Independent Arabia bal kişand ser girêdana di navbera pevçûna li Yemenê û pevçûna herêmî ya di navbera Îran, Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê de û diyar kir ku şerê li dijî Hûsiyan ji aliyên xwe yên leşkerî derbas dibe, têkoşîna ji bo bandora Îranê li herêmê bi pevçûna dîrokî ya di navbera komarparêzan û îmamên li Yemenê re dike yek.

Rojnameyê destnîşan kir ku zêdebûna êroşên Hûsiyan li ser Erebistana Siûdî, hedefgirtina balafirgeh û tesîsên petrolê, digel gefên wan ên ji bo kontrolkirina navîgasyonê li Tengava Bab El Mandab, nîşan dide ku eniya Yemenê di hesabên pevçûna herêmî de tê bikaranîn da ku zexta li ser dewletên Kendavê û bazarên enerjiyê yên cîhanî bikin.

Rojnameyê diyar kir ku berdewamiya rûbirûbûnê bêyî çareseriyekê herêmê dixe ber 2 vebijarkên bingehîn, an berfirehkirina şer an jî gihîştina çareseriyek berfireh, û hişyarî da ku lêdana hêzên Îranî hîn nebûye sedema guhertinek stratejîk, di demekê de ku Tehran li ser ji nû ve çekdarkirin û fînansekirina hevalbendên xwe dixebite.

(k)

ANHA