Fatma Zehra Mansûrî bû seroka hikûmeta Fasê

Fatma Zehra Mensûrî li Fasê yekem jina ku dibe seroka hikûmetê û hikûmet ji 32 kesn pêkt ê.

Fatma Zehra Mansûrî bû seroka hikûmeta Fasê
17 cotmeh, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên hikûmeta nû ya Fasê bi serokatiya Fatma Zehra Mensûrî duh (înê) li pêşiya qralê Fasê sonda destûrî dan.

Fatma Zehra Mensûrî yekem jina ku dibe seroka hikûmeta Fasê, hikûmet ji 32 kesan di nava wan de tenê 7 jin in.

Her wiha cara yekem wezareta hişê çêkirî, veguherandina dijîtal û reforma îdarî nû kirin.

Hikûmeta nû ya Fasê ji 4 partiyan (Rastbûn û modernîte, serxwebûn, Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gel, û pêşkeftin û sosyalîzm) pêk tê û parlemanê Fasê 210 kursî ne.

(np)

ANHA