Yekitiya Werzîşê hîndekar û hakeman perwerde dike
Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hîndekar û hakemên futbol, voleybol û basketbolê perwerde daye destpêkirin.
Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 83 hîndekar û hakemên futbol, voleybol û basketbolê perwerde daye destpêkirin. Dewreya perwerdeyê li hola werzîşê ya li Qamişloyê hatiye vekirin.
Der barê dewreya perwerdeyê de ku dê 4 rojan dewam bike, rêveberê Yekitiya Werzîşê Ebdulrezaq El Şilaş ji ajansa me re axivî.
Şilaş diyar kir ku dewreya pewerdeyê piştî derxistina qanûna ruxsetkirina tîman hatiye vekirin. Şilaş got: "Em ê di van dewreyan de kursên teorîk û pratîk bidin. Armanca me gihandina hîndekar û hekeman e.”
Şilaş diyar kir ku dê perwerdeyên bi vî rengî dewam bikin.
Kurs ji aliyê hîndekarê navneteweyî yê futbolê Berg Sarkîsyan, hîndekarê navneteweyî yê basketbolê Cemal El Taban û yê voleybolê yê navneteweyî Xeder Xelef Hîkmet Silêman ve tên dayîn.
Piştî qedandina dewreya perwerdeyê dê bawername li beşdaran bên belavkirin.
(bb)
ANHA