MSDˊê ji bo yekkirina nêrînên sûriyeyiyan panelek li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeyên damezrandina koma xebata nîştimanî û lihevkirina li ser yekkirina nêrînên sûriyeyiyan li Minbicê panelek li dar xist.

11 tîrmeh 2024   19:07
MINBIC

Panel li hola Eştar a Minbicê hat lidarxistin. Di panelê de siyasetmedarên serbixwe, rewşenbîr, oldar, rûspî û şêxên eşîran, endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk, partiyên siyasî, Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Jinan Sûriyeyê.

Di panelê de endama Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Bêrîvan Hesen axivî û got: "Em MSDˊê, li gel me armanceke bingehîn a çareserkirina krîza welat heye. Ji ber wê me di vê dawiyê de Komîteya Xebatê ya Nîştimanî pêşkêş kiriye ku nêrîneke me li ser vê çareseriyê hebe. Me di vê komîteyê de li bajarên Reqa û Helebê, îro jî li Minbicê çalakî li dar xistin. Em bi hêvî ne ev komîte nûnertiya tevahî sûriyeyiyan û hêviyên wan bike."

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî jî got: "MSDˊê di çarçoveya stratejiya yekkirina hêzên Sûriyeyê, lêkolînkirina nuqteyên hevbeş di navbera sûriyeyiyan de dixebite. Em li derve jî, bi hêz û kesayetên demokrat re dixebitin, da ku kongreyeke neteweyî li dar bixin. Her wiha li hundir jî me dest bi xebata avakirina komîteyên diyalogê yên nîştimanî di navbera sûriyeyiyan de kiriye."

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya MSDˊê Omer Rehmon wiha axivî: "Di diyaloga nîştimanî de tiştê tê xwestin rola me ya rasteqîn di çarenûsa li Sûriyeyê de hebe û em hewl didin welat bigihînin bejahiyeke ewle."

Dûre beşdaran nîqaş kir û got ew girîngiyê didin diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî, yekitiya xaka Sûriyeyê û redkirina tevahî şêweyên dagirkeriyê.

Der barê panelê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî ji ajansa me re axivî û got: "Rewşa Sûriyeyê ber bi parçekirinê ve diçe û hêzên destwerdêr xizmetî berjewendiyên gelê Sûriyeyê nakin. Ev li ser me di aliyên exlaqî û nîştimanî de li ser me ferz dike ku pêwîst em li ser maseya diyalogê bicivin."

Elî wiha domand: "Li gorî pêşdeçûnên dawîn pêwîst e em diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî bi lez bikin. Me ev yek di kongreya xwe ya 4ˊan de pêşniyar kir û destê me ji tevahî sûriyeyiyan re ji bo diyalogê dirêj kiriye. Em amade ne tevan pêşwaz bikin. Em ê civînên xwe bi tevahî beşên siyasî, civakî, çandî û Rêxistinên Civaka Sivîl re li dar bixin. Em dixwazin tevahî beşdar bin ku em komxebate nîştimanî ya giştî li Minbicê û li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin."

(fr)