Li Urdinê Nivîsgeha Peywendiyan a NATOˊyê hat avakirin

NATOˊyê îro biryar da ku Nivîsgeha Peywendiyan li Urdinê ava bike. Urdinê diyar kir ku ew hevkariya kûr a stratejîk a di navbera wê û NATOˊyê de qonaxeke girîng e.

Li Urdinê Nivîsgeha Peywendiyan a NATOˊyê hat avakirin
11 tîrmeh 2024   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Urdinê têkildarî avakirina Nivîsgeha Peywendiyan a NATOˊyê li Urdinê daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, hevalbendan di lûtkeya NATOˊyê ya 2024ˊan a li Washingtonê de hatibû lidarxistin xwe sparta plana xurtkirina metoda hevkariyê li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê da ku li gorî pêşdeçûnên ewlehî, herêmî û cîhanê bimeşe. NATOˊyê xwest di vê planê de, bi rêya avakirina Nivîsgeha Peywendiyan a NATOˊyê bi Urdinê re ku nivîsgeha yekemîn li herêmê ye, pabendbûna xwe ya xurtkirina hevkariyê bi dewletên cîran ên başûr re nîşan bide.

Li gorî wezaretê, biryara vekirina nivîsgehê ku niyeta wê ya avakirinê di daxuyaniya dawî ya lûtkeya NATOˊyê ya li Lithuania de ku di Tîrmeha 2023ˊyan de hatibû dayîn, di hevkariya stratejîk a kûr a navbera Urdin û NATOˊyê de qonaxeke girîng e.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku NATO rola Urdinê di pêkanîna îstîqrara herêmî û navneteweyî de nas dike û destkeftiyên wê di têkoşîna li dijî gefên terorê û tundrawiyê de ku sînoran derbas dike, silav dike. 

Her wiha wezaretê anî ziman ku ji ber ku nivîsgeh nûnertiya NATOˊyê dike, dê di xurtkirina diyaloga siyasî û hevkariya aliyên xwedî girîngiya hevbeş a navbera NATO û Urdinê de bibe alîkar. Dê nivîsgehê peywendiya berdewam di navbera Urdin û NATOˊyê de xurt bike. Dê nivîsgeh kongre, dewre û bernameyên perwerdê di analîzekirina stratejî, plankirina rewşên awarte, dîplomasiya giştî, ewlehiya sîberanî, rêvebirina guhartina avhewayê, rêvebirina krîzan û parastina sivîl de li dar bixe.

(fr)