Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê: 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyane

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ragihand ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyane.

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê: 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyane
30 cotmeh, 2024   13:33
HESEKÊ

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziya herêmê şermezar kirin.

Cîgira hevserokatiya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer daxuyanî xwend. Endamên yekitiyê yên bajarên Qamişlo û Hesekê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hezar 168 êrişan, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê û yên stratejîk, parzûngehên petrolê, stasyonên veguhastina kehrebeyê, firin û depoyên ard bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrişan, sotemenî negihaşt navendên xizmetguzariyê bi taybet stasyonên ava vexwarinê ku di encamê de gelek jê rawestiyan.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku di encama êrişan de 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyan, endamekî Foca Agirkujiyê jî dema ku hewl dida şewatên ji ber êrişan vemirîne, birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şaredariyên kantona Cizîrê dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku xizmetên girîng ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Yekitiya Şaredariyan di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

(şx/k)

ANHA