PDK`ê di hilbijartinan de 6 kursî ji dest dan

PDK`ê di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de 6 kursî ji dest dan. YNK`ê jî 2 kursî zêde kirin.

PDK`ê di hilbijartinan de 6 kursî ji dest dan
30 cotmeh, 2024   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên gera 6`an a Parlamentoya Herêma Ferderal a Başûrê Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de li bajarê Hewlêrê ragihandin. 

Encamên dawîn bi vî rengî ne:

Li parêzgeha Silêmaniyê, Partiya Yekitiya Niştimanî ya yekemîn bû û 15 kursî, Nifşa Nû 8 kursî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 3 kursî bi dest xist.

Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê 3 kursî û Koma Edil a Kurdistanê 2 kursî, Helwest 2 kursî, Eniya Gel kursiyek û Hevalbendiya Kurdistanî kursiyek bi dest xist û ji bo pêkhateyan 2 kursî hatin veqetandin.

Li parêzgeha Dihokê, PDK`ê 18 kursî, NIfşê Nû 2 kursî, Yekitiya Îslamî ya Kurdistanî kursiyek, YNK kursiyek, Koma Edil kursiyek û Eniya Gel kursiyek bi dest xistin.

Li parêzgeha Hewlêrê PDK`ê 17 Kursî, YNK`ê 6 kursî, Nifşê Nû 5 kursî bi dest xistin. Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê kursiyek, Koma Edil kursiyek, Helwest kursiyek, Eniya Gel kursiyek, xiristiyanan kursoyek û Tirkmenan kursiyek bi dest xist.

Li parêzgeha Helbeceyê YNK`ê kursiyek û Yekitiya Îslamî ya Kurdistanî kursiyek û PDK`ê kursiyek bi dest xistin.

LÎSTEYA DAWÎN A PARTIYAN DI PARLAMENTOYÊ DE

Li gorî rêzê, PDK`ê 39 kursî, YNK`ê 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekitiya Îslamî ya Kurdistanî 7 kursî, Helweste 4 kursî, Koma Edil 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî, Tevgera Guhertin û Hevalbendiya Kurdistanî kursiyek bi dest xistin.

Li gorî hilbijartinên sala 2018`an, PDK`ê 6 kursî ji dest dan. Li hember wê YNK`ê 2 kursî bi dest xistin.

Komîseriyê ragihand ku partî û blokên siyasî dikarin di nava 3 rojên bê de li ser encaman îtîraz bikin.

(şx/k)