Yekîtiya Rewşenbîran: Qaşo rewşenbîr di xizmeta şerê qirêj de ne
Rewşenbîrên Kantona Cizîrê daxuyaniya komek kesên xwe wekî rewşenbîr binav dikin û destkeftiyên şoreşê dikin hedef, şermezar kir û gotin, “Ji bilî şer û êrişan, şerê qirêj tê meşandin û qaşo rewşenbîran bikar tînin.”
Yekîtîya Rewşenbîrên Kanton Cizîrê, der barê daxuyaniya komeke ku xwe wekî rewşenbîr-lêkolîner binav dikin û Tevgera Azadiya Kurdistanê, her wiha destkeftiyên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikin hedef de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê sûcên xwe yên hedefgirtina sivîlan û binesaziya Rojavayê Kurdistanê, valakirina herêmên dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî) ji xwecihên wê, êrişên qirkirinê û guhertina demografiyê didomîne.
‘ŞERÊ QIRÊJ’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Başûrê Kurdistanê jî bi heman zîhniyetê şerê qirêj tê meşandin, welat tê talankirin û wiha hat gotin; “Lê belê gelê me û hemû kes jî dizane ku Tirkiye şerê qirkirin û tunekirina destkeftî û pêşeroja gelê me dimeşîne. Terora dewletê bikar tîne. Ew nûnertiya DAIŞ’ê dike, lewma dixwaze tola xwe ji gelê me û hêzên ku DAIŞ têk biriye bistîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kiryarên Tirkiyeyê li pêş çavên hêzên navneteweyî û dinyayê, bi alîkariya hikûmeta Hewlêr û Bexdayê ku ji bo berjewendiyên demkî li dijî herêma Kurdistanê û Iraqê siyasetê dimeşînin, pêk tên.
‘SIYASETA DIJÎ GELÊN SURIYEYÊ’
Yekîtiya Rewşenbîran di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser siyaseta ku li ser Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û ev nirxandin kir: “Wekî berdewama siyaseta wêrankirinê dewleta Tirk bi rejîma Sûriyeyê û komên çekdar ên nêzî Îranê re dixwaze tevlîheviyan derxîne. Bûyerên Dêrazorê mînaka wê ye. Hêviya wan ew bû ku di nava pêkhateyên Sûriyeyê de fitneyê derxînin û herêmê veguherînin herêma şerekî bi xwîn.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşenbîrên welatparêz bi hemû hêza xwe li kêleka tevahiya pêkhateyên herêmê cih digirin û piştgiriyê didin helwesta wan a li Dêrazorê. Her wiha piştgiriyê didin helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî faşîzma Tirkiyeyê û destek didin berxwedana gerîlayên azadiyê.
‘QAŞO REWŞENBÎRAN BIKAR TÎNIN’
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku siyaset û êrîşên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya şer, êrişên dijî sevilan, asayî û rêberên gel nayên meşandin, di heman demê de şerekî derûnî jî tê meşandin.
Bal hat kişandin ku hinek kesên xwediyên pênûsan û qaşo rewşenbîr di vî şerê derûnî de tên bikaranîn û wiha hat domandin:
“Di dema dawî da komeke ku xwe wekî rewşenbîr, hunermend û lêkolînek bi nav dikin, daxuyaniyeke ku mirov jê şerm bike weşandin. Di wir de rewşa xwe ya ji rêzêbûnê nîşan didin. Daxuyaniya wan xwe spartiye zîhniyeta partîtî, kîn û dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, reşkirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê). Bang li hêzên navneteweyî kirine ku dest ji alîkariya kesên ku axa welat bi xwîna xwe av dane û mirovahî ji terorê rizgar kiriye berdin. Bi dehan hincetên ku bêhna talîmatên îstîxbarata Tirkiye û Îxwan El Mislimin jê tê, li pey hev rêz kirine.”
‘EM BAŞ NAS DIKIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rastiya kesên li reşkirina xwîna şehîdan, fedakariya wan û biçûkxistina keda gel digerin, baş tê zanîn û bang hat kirin ku li dijî van kesan helwest were nîşandan.
Hat destnîşankirin ku ne mumkun e rewşenbîrên welatparêz li hemberî van hewldanên xizmeta dijminên doza Kurdî dikin, azadî û demokrasiyê dikin, bêdeng bimînin û ev tişt hatin gotin: “Ji bo wan çêtir bû ku di nava gelê xwe de bûna, êşa wan parve bikira, raya giştî ya cîhanê li hemberî Tirkiyê, komên wê yên terrorist agahdar bikira, piştgiriya destkeftiyên ku bi xwîna deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, hêzên QSD’ê û gerîlayên parastina rûmet û şerefa gel dikin, bikirana. Ji bo wan baştir bû ku banga yekîtiya eniya Kurdî û neteweyî bikirana, banga bidawîkirina nakokiyên hêzên siyasî bikirana. Ne ku rewabûnê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re peyda bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin dozên ku xwîn û fedakariya şehîdan ketiye nav, dozên neteweyî ne û ne mumkun e têk biçin û wiha hat gotin: “Ev vîn û îradeya hemî pêkhateyên Sûriyeyê ye. Jiyana hevbeş diparêzin, ji kîjan alî dibe bila bibe, hemû êrişan red dike. Pêkanîna sîwaneya aştî, ewlehiyê û biratiya gelan e. Ji çareseriya krîza Sûriyeyê alternetîfa wê tuneye. Pêkanîna hêviyên gel di azadî, demokrasî û vegera bi rûmet a koçber û penaberan a ji bo welatê xwe de ye.”