Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê gelek bajarokên li başûrê Lubnanê topbaran kirin.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir
5 îlon, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nîştimanî ya Lubnanê ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa Îsraîlê herêma Til Nihas a bajarokê Keferkela, bajarokên Sidîqîn, Kefra û Îta yên li başûrê Lubnanê topbaran kirine.

Li gorî Sky Newsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, di êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarokê Kefra yê li başûrê Lubnanê de endamekî Hizbullahê hatiye kuştin.

(şx)