DAIŞ`ê li Hemayê dîsa êriş kir: 4 kuştî
Çeteyên DAIŞ`ê li herêma Asreya ya Hemayê careke din êrişî hêzên hikumeta Şamê kir. Di êrişê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Şaneyên DAIŞ`ê duh êvarê li herêma Asreya ya Hemayê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.
Li heman herêmê ev êrişa duyemîn e. Beriya wê jî çeteyên DAIŞ`ê êriş kiribû û 3 leşker kuştibûn.
Çeteyên DAIŞ`ê di vê dawiyê de êrişên xwe yên li dijî navendên hêzên hikumeta Şamê zêde kirine.
(şx)