Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê Konferansa 6’emîn li dar xist

Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê konferansa xwe ya 6’emîn li bajarê Kobanê li dar xist.

17 gulan, 2025   16:42
KOBANÊ

Yekitiya Parêzerên Kantona Firatê konferansa xwe ya 6`emîn ya di bin dirûşmeya "Parêzerî peyama dad û aştiyê ye û dengê civakê ye" li dar xist. Konferans bi amadebûna bi dehan endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Zagonsaz, Meclisa Edaletê, TEV-DEM, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzeran a Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Parka Ronîwar a bajarê Kobanê pêk hat.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn axiv û got :"Em bi vê konferansê gelekî kêfxweş in. Em ji karê were serkeftinê dixwazin. Em çi qasî li ser bajarê Kobanê biaxivin em nikarin heqê wê bidin, ji ber ku Kobanê keleha berxwedanê ye. Berxwedana herî mezin li Kobanê  hat kirin. Em her tim serkeftinê ji parêzerên kantona Firatê re dixwazin."

Hevserokê Meclisa Rêvebe a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku ew bi hatina kesên ji kantona Cizîrê gelekî kêfxweş in û got: "Bajarê Kobanê cihê berxwedanê ye. Berxwedana Kobanê bi nav û deng bû li dûniyayê bû sembola berxwedanê ."

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Seyîd Neîmî anî ziman ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim di nava berxwedanê de ne û wiha got: "Divê em hîna berxwedan û xebatên xwe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurtir bikin."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê Azad Ebdî rapora kar û xetên salekê yê yekitiyê xwend û ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.

Ji bo hilbijartina hevserok û endamên meclisa nû ya yekitiyê hilbijartin pêk hatin.  Di encamê de Rozîv Kino û Nûh Şêx Nebî wekî hevserokên Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Şahîn Elî û Ebdulqadir Hebîb û Îsmet Îbrahîm jî wekî endamên Komîteya Rêveber a yekitiyê hatin hilbijartin.

(sş/bb)

ANHA