El Mihbaş ji bo siberoja Sûriyeyê banga hevkarî û xebata hevbeş kir

Ebid Hamid El Mihbaş got rewşa siyasî ya li Sûriyeyê gelekî aloz e û ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê banga hevkarî û tevgereke hevbeş kir.

 El Mihbaş ji bo siberoja Sûriyeyê banga hevkarî û xebata hevbeş kir
17 gulan, 2025   15:47
REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro li bajarokê El Selhebiya El Xerbiye yê kantona Reqayê civîneke giştî li dar xist. Bi sedan şênî û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş rewşa siyasî ya Sûriyeyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

El Mihbaş polîtîkayên otorîter ên rejîma berê nirxandin û îşaret bi komkujiyên hovane yên li peravên Sûriyeyê kir. El Mihbeş bal kişand ser rewşa li seranserî Sûriyeyê û bakurê wê, bi taybetî li deverên ku rastî şer û wêraniyê hatine û got divê nêrîneke zelal hebe ku aramiyê pêk bîne û rûpeleke nû were vekirin.

El Mihbaş tekez kir ku divê hemû gelê Sûriyeyê bibe yek ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ku rêzê li mafên mirovan bigire û dadmendî û wekheviyê misoger bike. Her weha behsa mijara rakirina cezayan li ser Sûriyeyê kir û da zanîn ku rakirina wan dikare bandoreke berbiçav li geşkirina aboriya Sûriyeyê û başkirina rewşa jiyana welatiyan bike.

Di dawiyê de El Mihbaş banga xebata hevbeş û hevgirtinê kir ji bo derbaskirina qonaxa dijwar a ku welat tê re derbas dibe.

Paşê daxwazên beşdaran ên der barê mijarên xizmetguzarî, ewlekarî û çandiniyê de hatin guhdarîkirin. El Mihbaş soz da ku daxwazên şêniyan bi Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê re gotûbêj bikin.

(k)