Li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ’ê hat girtin

QSD’ê bi beşdariya YPJ’ê operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî. Di encamê de hejmarek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ’ê hat girtin
17 gulan, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin "Hêzên Komandos ên QSD’ê bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  operasyonên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst diomînin. Hêzên Komandos û YPJ’ê di çarçoveya xebatên xwe de, duh (în) operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Bisêra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Operasyon piştî şopandin, komkirina agahiyên zelal û têrker li ser endamên şaneyan û diyarkirina cihên wan û kiryarên terorî ku pêk anîn hat lidarxistin. Piştî tespîtkirina cihên şaneyê, hêzên me derdora cih girt û tevahî endamên şaneyê girtin ku plana pêkanîna kiryarên terorî yên li dijî QSD, Hêzên Ewlekariyê, sivîl û saziyên giştî yên xizmetan de dikirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku QSD’ê dê ewlehiya û aştiya navxweyî biparêze û nehêle herêm bibe qada teror û tevliheviyê.

(bb)

ANHA