Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê ya Qamişloyê kongreya xwe ya 2`yemîn li dar xist.

9 kanûn, 2025   14:47
QAMIŞLO

Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê ya Qamişloyê bi dirûşma "Pîşesaziya me nasnameya me, afirîneriya me, hêza me ye" kongreya xwe ya 2`yemîn bi amadebûna 125 delegeyan li hola xwe ya li Qamişloyê li dar xist.

Li kongreyê nûnerên ode û yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên ji Şaredariyên Gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hazir bûn.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre şêwirmenda Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîdan Sîdo axivî. Fîdan Sîdo diyar kir ku hêviya wan ji kongreyê ew e ku ji bo xizmeta civakê û çareserkirina pirsgirêkên wê, biryarên sûdemend bên dayîn.

Piştre ji aliyê endamê Odeya Pîşesaziyê ya Qamişloyê Macid Ebdê ve rapora 2 salan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin. Paşê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed axivî û da zanîn ku ji bo pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û hemû daxwazên tên kirin ji bo pêşxistina pîşesaziyan pêk were, kar û xebat bi awayekî hevgirtî bên meşandin.

Dûre ji hêla hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya Dêrikê Ferhan Omer ve rêziknameya Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê hate xwendin.

Kongre bi hilbijartina Macid Ebdê û Eyda El Hac ji bo hevserokên Yekitiya Pîşesaziyê ya Qamişloyê bi dawî bû.

Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê ya Qamişloyê ji odeyên Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê û Til Koçer pêk tê. Yekitî sala 2014`an hatiye avakirin.

(re)

ANHA