Yekitiya Lîberal a Kurdistanê kongreya xwe li dar dixe

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê kongreya xwe ya 5`emîn bi beşdarbûna 114 delegeyan li Qamişloyê li dar dixe.

9 sibat 2024   13:57
QAMIŞLO

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê kongreya xwe ya 5`emîn bi beşdarbûna 114 delegeyan li dar dixe. Kongre bi dirûşma “Sûriyeke navendî, piralî, ber bi kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî ve. Ji bo danîna stratêjiyeke giştî ji neteweya Kurdistanê re. Parastina mafê jinê bi awayekî destûrî. Pêşxistin û piştgiriya ciwanan, wefadarî ji bo xwîna şehîdan” li dar dikeve.

Kongre li Hola Zana ya li Qamişloyê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, dezgehên rewşenbîrî û kesayetên serbixwe, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratêjîk (NRLS), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û Kongra Îslama Demokratîk dest pê kir.

Piştî deqeya rêzgirtinê sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo axivî. Têlo got: “Projeya neteweya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê piştî kiryarên rejîma Sûriyeyê, ji bo hemû pêkhateyan çareserî ye, divê Rêveberiya Xweser û rola jin û ciwanan a di nava wê de bê parastin.”

Ferhad Têlo bal kişand ser pêvajoya hewldanên yekitiya Kurdan di nava şoreşa Rojava de û got: “Nakokiyên di nava partiyên Kurdan de ji sala 1957`an de derketine lê bi şoreşê re hewldanên yekitiyê çêbûn. Ji ber hevkariya ENKS`ê bi hêzên derve re ew hewldan têk çûn. Daxwaza me jî her ew e ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê bê çêkirin.”

Ferhad Têlo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe, pê re jî girankirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcên xwe berdewam dike, divê civata navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê Salih Gedo jî got welatê wan rastî dagirkeriyê tê, helwesta hikumeta Şamê jî bi hişmendiya beriya şoreşê tê meşandin û wiha got: “Gelê Kurd li Sûriyeyê û tevgera wê ya demokratîk, ew e çareserî. Beşeke mezin hat parastin û hin hatin dagirkirin. Rêveberiya Xweser roleke mezin ji bo jiyana gelê xwe lîst, divê ew jî bê parastin.”

Der barê birêveçûna 5`emîn kongreya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê de Ferhad Têlo ji ANHA`ê re diyar kir ku di kongreyê de ew ê rewşa xwe ya rêxistinî û guhertinên rêziknameyê de nîqaş bikin û got: “Ji bo desteya rêveber, desteya siyasî û serokatiyê hilbijartin dê çêbe.”

Têkildarî eşkerekirina encamnameya kongreyê Ferhad Têlo wiha got: “Di demeke nêz de encamname dê bê ragihandin.”

Kongre li pêş dezgehên ragihandinê girtî didome û îro dê bi dawî dibe.

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê 4`emîn kongreya xwe di Hezîrana 2019`an de li dar xistibû.

(sb)

ANHA