Şerê li Xezayê: Nêzî 28 hezar filistînî hatine kuştin

Li gorî bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di şerê li Xezayê de hate niha 27 hezar û 947 filistînî hatine kuştin.

Şerê li Xezayê: Nêzî 28 hezar filistînî hatine kuştin
9 sibat, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şerê li Xezayê ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiriye, 27 hezar û 947 filistînî hatine kuştin û 67 hezar û 459 kes birîndar bûne. Wezaretê da zanîn ku piraniya qurbaniyan jin û zarok in.

Wezaretê diyar kir ku di êrişên 24 saetên dawîn de derdora 107 filistînî hatine kuştin û 142 kes jî birîndar bûne.

(bb)