Yekîneyên Şehîd Harûn du dronên dagirkeran xistin

Yekîneyên Şehîd Harûn ên QSD’ê li derdora Bendava Tişrînê du dronên dagirkeran xistin.

Yekîneyên Şehîd Harûn du dronên dagirkeran xistin
25 adar, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî bîlançoya duh (24 Adar 2025) a êrişên çete û artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, her wiha çalakiyên bersivdayînê yên şervanan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (Duşem) derdora Bendava Tişrînê bi obîsên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de zerarên madî yên mezin çêbûn. Balafirên bê mirov jî bi domdarî li ser herêmê digeriyan.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrişî nuqteyên hêzên me yên li gundewarê bakurê bendavê kir. Yekîneyên Şehîd Harûn êriş şikand û du dron xistin.

Di tevahiya rojê de balafirên bê mirov ên dagirkeran li ser herêma Dêr Hafirê geriyan."

(bb)

ANHA