Şandeya Rêveberiya Xweser bi Partiya Çep a Fînlandiyayê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  li Helsînkiyê bi Partiya Çep a Fînlandiyayê re hevdîtin kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi Partiya Çep a Fînlandiyayê re civiya
25 adar, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Rêveberiya Xweser ku ji nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnera Rêveberiya Xweser a li Fînlandiyayê Xelat Dumer û endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Fînlandiyayê Rolyan Îbrahîm pêk dihat  bi Partiya Çep a Fînlandî re  hevdîtin kir.

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser li  ofîsa partiyê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkî li gel şandeyeke Partiya Çep a Fînlandî ya bi serokatiya endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fînlandiyayê û Cîgira Serokê Giştî Veronica Honkasalo pêk hat.

Her du aliyan rewşa Sûriyeyê ji dema ketina rejîma Baas’ê ve, gavên yekalî yên ku desthilata Şamê avêtine wekî "Kongreya diyalogan a nîştimanî" û "danezana destûrî" nîqaş kirin. Komkujiyên ku di perava Sûriyeyê jî hatine kirin di nîqaşên her du şandeyan de cih girtin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê, derdora Kobanê û komkujiya li gundê Berxbotanê ku di encamê de ji malbatekê 10 kes hatin qetilkirin.

Peymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de hate îmzekirin  û rola wê di pêxistina lihevkirinan de di nîqaşên her du aliyan de cih girtin.

Her wihan nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê bi Kurdên li Fînlandiyayê re jî civiya û rewşa li Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û girîngiya diyaloga kurdî-kurdî ji wan re şîrove kirin.

(bb)

ANHA