Yasir Ebû Şebab li Şerîda Xezyê hat kuştin

Hat diyarkirin ku yek ji serokeşîrên dijberî Hemasê Yasir Ebû Şebab li bajarê Refehê bi destê yek ji zilamên wî hat kuştin û hin agahiyên din jî diyar kir ku ew di kemîneke Hemasê de hatiye kuştin.

Yasir Ebû Şebab li Şerîda Xezyê hat kuştin
4 kanûn, 2025   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê diyar kir ku îro Yasir Ebû Şebab li bajarê Refehê yê başûrê Şerîda Xezayê rastî êrişekê hatiye û hate kuştin.

Çavkaniyên din jî destnîşan kir ku ew di kemîneke endamên Tevgera Hemasê de hatiye kuştin, lê li gorî agahiyên dîtir jî ew di pevçûnên bi çekdarên Ketaib El Qesam ên baskê leşkerî yê Hemasê de hatiye kuştin.

Çavkaniyên leşkerî jî ji radyoya artêşa Îsraîlê re got li gorî texmînan Ebû Şebab bi destê zilamekê xwe ji ber nakokiya hundirîn hate kuştin.

Li aliyekî din jî berpirsekî ewlehî yê Îsraîlî da zanîn ku lêpirsîna der barê kuştina Ebû Şebab ku serkirdeyê koma çekdar li rojhilatê Refehê ye tê kirin. Ew bi dijberiya xwe ya tund li dijî Hemasê dihat naskirin.

(fr)