Iraq têkildarî biryara li ser Hûsî û Hizbullahê sererastkirin çêkir

Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku navên komên Hizbullah û Hûsî yên ku xistine lîsteya terorê xelet in, dê werin sererastkirin û tenê El Qaîde û DAIŞ dixin lîsteya terorê.

Iraq têkildarî biryara li ser Hûsî û Hizbullahê sererastkirin çêkir
4 kanûn, 2025   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê têkildarî xistina her du komên çekdar Hîzbûllah û Hûsiyan di lîsteya terorê de, agahiyên nû belav kir.

Hate diyarkirin ku biryara 61 a sala 2025’an li ser daxwaza Malezyayê û li gorî biryara 1373 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2001’an, di rojnameya fermi ya Iraqê de hatiye weşandin.

Komîteyê da zanîn ku pejirandina Iraqê tenê ji bo komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê wekî terorîst nas dike bû, xistina aliyên din di lîsteyê de ne beşek ji biryara komîteyê bû, encama weşandina lîsteyê beriya pêvajoya nirxandinê biqede bû.

Komîteyê tekezî kir ku ev biryar ti têkiliya wan bi her du rêxistinên di lîsteyê de tune ye, tenê El Qaîde û DAIŞ di lîsteya komên terorîst dene.

Hêjayî gotinêye ku îro Rojnameya Waqî ya fermî ya Iraqê di hejmara xwe ya nû de ragihand ku Iraqê li ser bingeha biryarên Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya di Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran de, Hûsiyên Yemenê û Hizbûllaha Lubnanê wek rêxistina ‘terorî’ destnîşankiriye.