Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê bajarokên Mehrûne û Cibai yên başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Ev bombebaran piştî niştecih hatin hişyarkirin ku 2 avahiyan û derdora wan vala bikin pêk hat.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
4 kanûn, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Weteniye ya Ragihandinê ya Lubnanê diyar kir ku artêşa Îsrailê, piştî hişyariya valakirina 2 avahiyan, 2 caran başûrê Lubnanê bombebaran kir. Artêşa Îsraîlê jî got "wê êrişî armancên Hizbullahê kirine." 

Artêşa Îsraîlê niştecihên 2 avahiyên bajarokên Mehrûne û Cibai û derdora wan agahdar kirin ku vala bikin, piştre ew dever bombebaran kirin.

(fr)