Yadê Eqîde Osman hate bi bîranîn

Di merasîmê bîranîna Yadê Eqîde de soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.

Yadê Eqîde Osman hate bi bîranîn
13 cotmeh, 2024   13:31
QAMIŞLO

Endamên rêxistina Kongra Star a bajarê Girkê Legê tevî bi dehan şêniyan ji bo bîranîna endama Komîteya Lihevanînê ya Kongra Star a Girkê Legê şeîhd Eqîde Elî Osman li pêşiya Mala Jinan a bajarê Girkê Legê kom bûn. 

Endama Kongra Star Cûdî Cûdî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê li dijî şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî kirine.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî hate kirin û wiha hat domandin" Hêz û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo banga mafên mirovan dikin, li hember sûcên dagirkeran bê deng man. Bi vê bêdengiya xwe destûr didin dewleta dagirker ku mirovan bikuje û xwezayê qir bikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk dagirker di êrişên xwe yên dagirkirina Serêkaniyê de ku 9ˈê Cotmeha 2019ˈan dabû destpêkirin, karwanê piştgiriya Berxwedana Rûmetê yê ku berî dida Serêkaniyê kir hedef û komkujî kir. Hate zanîn ku di komkujiyê de Yadê Eqîde û hejmarek rojnamvan jî di nav de 11 welatî şehîd bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: "Em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û têkoşînê geş bikin. Em ê li hemberî tevahî hêzên faşîst ên ku sûcên şer dikin bibin mertal û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.

(şx)

ANHA