Parlamentoya Ewropayê ji Iraq xwest guhertina Yasaya Rewşa Kesî red bike

Parlamentoya Ewropayê bang li Parlamentoya Iraqê kir ku bi temamî û demildest pêşnumeya li ser Yasaya Rewşa Kesî red bike.

Parlamentoya Ewropayê ji Iraq xwest guhertina Yasaya Rewşa Kesî red bike
13 cotmeh, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Cotmehê de Parlamentoya Ewropayê, projeyasaya guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê ya Iraqê xiste bernameya xwe û li ser nîqaş kir.

Medya cîhanî û Erebî têkildarî banga Parlamentoya Ewropayê ji bo redkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî agahiyan nû belav kirin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek belavkirin û wiha hate ragihandin: “Divê parlamenter bi temamî û demildest pêşnûmeya guhertina Yasaya Rewş kesî red bikin. Her wiha qebûlkirina pêşnûmeyê, tê wateya binpêkirina pabendbûna erkên navneteweyî yên Iraqê li ser mafên bingehîn ên jinane.”

Parlamentoya Ewropayê pesnê jinên vê pêşniyarê şermezarkirîn ku di nav wan de endamên Parlamentoya Iraqê, her wiha rêxistinên sivîl, çalakvan û endamên civaka sivîl, yên ku ji bo parastina yek ji pêşkeftîtirîn yasayên li herêmê şer dikin, da.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew di wê baweriyê de ne ku guhertina vê yasayê, jin û zarokên ku bûne qurbaniyên şîdeta nav malê li Iraqê naparêze. Hate gotin, pêşnumeya guhertina Yasaya Rewşa Kesî dê bibe sedema pêkanîna yasayek ‘radîkaltir’.

Parlamentoya Ewropayê bang li Iraqê kir ku li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser nehiştina hemû cure cudakariyên li dijî jinan, planek tedbîrên netewî ji bo nehiştina zewaca zarokan, sucdarkirina şîdeta nav malê, têkoşîna li dijî şîdeta nav malê û pêşxistina mafên jinan û keçan esas bigire  li dar bixe.

Hêjayî gotinêye ku di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî rûniştina duyemîn ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev yasa were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi sererastkirina vê yasayê wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.