Xwepêşandanên li Siweydayê: Baweriya azadiyê zindî ye, serhildan wê bidome

Rêveberê Navenda "Ragihandina Serhildana li Siwêdayê" Murhef El Şair diyar kir ku xwepêşandêran karîn îradeya hegemoniya desthilatê bişkînin û siyasetên wê teşhîr bikin û got: "Baweriya azadiyê zindî ye, serhildan wê berdewam bike."

Xwepêşandanên li Siweydayê: Baweriya azadiyê zindî ye, serhildan wê bidome
29 mijdar 2023   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN
 YEHYA EL HEBÎB

Xwepêşandanên li Siwêdayê yên li dijî siyasetên hikumeta Şamê ku di 20′ê Tebaxê de dest pê kirin, berdewam dikin. 

Tevî ku hikumeta Şamê bersiva daxwazên xwepêşandêran nade, lê xwepêşandan bi xurt dewam dikin û piraniya beşên civakê cihê xwe di nav de digirin. Ji vê zêdetir çalakiyên siyasî yên sivîl zêdetir bûne û  ji bo birêxistinkirina xwepêşandanan hejmarek tevgerên siyasî û yên gel ava bûne.

XWEPÊŞANDANAN BI HEMAN HÊZA XWE DEWAM DIKE

Rojnamevan û rêveberê navenda "Ragihandina Serhildana li Siwêdayê′′ Murhef El Şair xwepêşandan ji ANHA′yê nirxandin.

Murhef El Şair diyar kir ku xwepêşandan bi heman hêza xwe dewam dike û di tevahî qadan; siyasî, an civakî an jî sivîl de pêşde diçin. El Şair got:"Pêkhatinên nû, deste, tevger û kombûnên sendîqeyên azad hatin avakirin. Israra domandinê ta bidawîkirina trajedyaya Spriyeyê bi rêya biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an, an jî bi rêya çareseriya navxweyî ya dûrî siyasetên derve, zelal e. Bi giştî xelkê Siwêdayê ji bo yekkirina welatê Sûriyeyê di nava hewldanan de ne; nemaze ku serhildan meşaleya ronahî û azadiyê li gelê Sûriyeyê yê êşa kuştin, koçberkirin û wêrankirinê dîtibû, vegerand.′′

XWEPÊŞANDAN VÎNA HEGEMONYAYÊ ŞIKAND Û DESTHILATDARÎ TEŞHÎR KIR

El Şair encamên 100 rojî yên xwepêşandanan wiha şîrove kir: "Em dikarin bi kurtî encamên girîng ên xwepêşandanan parve bikin; yekem îradeya hegemoniyê şikand, her wiha desthilata ku destek da komên çete û îdiayên wê yên parastina kêmneteweyan, teşhîr kirin. Tê zanîn desthilatê, DAIŞ′iyên ku ji aliyê îstîxbaratê ve hatine çêkirin derbas kirin da ku şênî û sivîlên ewle bikujin. Sedema vê yekê jî ew e ku ciwanên Siwêdayê qebul nekirin beşdarî kuştina sûriyeyan bibin û tev li artêşa kursiyan nebûn. Serhildan bi teqeziya li ser nirxên azadî, rûmeta mirovan û demokrasiyê guhertin di hişmendiya siyasî û neteweyî de pêk anî. Teşkîleyên siyasî, kombûnên sivîl ên sendîqeyên azad wekî mamoste, endazyar, parêzer, bijîşk, aborînas, hunermend û wêjevan hatin avakirin. Her wiha kombûnên xwendekaran hatin avakirin ku banga mafên girtiyan dikin. Ev destkeftî hatine tomarkirin û hêjayî pesindayînê ne, ji bilî wê yekê jî rol û dengê jinên şoreşger jî hene ku wateyeke rasteqîn da beşdariya siyasî û ruhê şoreşê yê hevbeş pêş xist. Ji bo bidestxistina azadî û rizgariya ji zilmê her kes di yek pêşbaziyê de ye.”

Murhef El Şair bal kişand ser astengiyên li pêşiya xwepêşandanan jî û got: "Li ser asta nîştimanî bersivdayîn tune ye, her wiha doza Sûriyeyê di qada navneteweyî de sekinî ye, nerînên hêzên aktîf ên li ser xaka Sûriyeyê cûda ne ku temenê êşan dirêj dikin û ji bo çareseriyeke cidî nabin alîkar."

HIKUMETA ŞAMÊ PIŞTA XWE DAYA AMBARGOYA ABORÎ

Têkildarî paşguhkirina daxwazên xwepêşandêran ji aliyê hikumeta Şamê ve El Şair ev nirxandin kir: "Rejîm çavê xwe li daxwazên gel digire, wan biçûk dixe û pîvanên komploya cîhanî bi cih tîne. Niha jî hewl dide serhildanê têk bibe, ji bo vê yekê pêk bîne pişta xwe daye ambargoya aborî û tengavkirina xelkê Siwêdayê, nemaze ku zivistan hatiye û pêdivî zêde dibin. Her wiha rejîm hewl dide fitne û parçebûnê pêk bîne, di çapemeniya xwe de li xwe mikur hat ku dewlet dikare kuştinê bike, lê dê xelkê Siwêdayê bi destên xwe bikuje. Serhildan berdewam e, çiqas sal dirêj bike  jî dê westandin nebe; ji ber ku baweriya gelekî xwedî armanc ê azadîxwaz zindî ye.′′

DAXWAZ NEHATIN GUHERTIN

Rojnamevan El Şair diyar kir ku tevagera civakî hîna tê birêxistinkirin û hewl tê dayîn ku modeleke şaristanî û azadî pêşkêş bikin û wiha domand: "Dibe ku hinek bername û mekanîzmeyên şiwirî ji aliyê tevger, deste, hêzên sivîl û yên ciwanan ve pêk werin. Ji bo pêşxistina rewşa Sûriyeyê giştî û ya Siwêdayê bi taybet wê pêşniyar hebin."

Rêveberê Navenda "Ragihandina Serhildana li Siwêdayê" Murhef El Şair di dawiyê de got: "Daxwaza nehat guhertin. Hîna bangên pêkanîna biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî an jî dîtina çareseriyeke sûriyeyî hene da ku dawî li aloziyê werîne. Xwepêşandan aşatiyane ne. Li dijî siyasetên desthilata hegemonîk a li welat dê deng bilind bimîne."

(bb)

ANHA