Welatiyên Helebê: Bi saya PKK′ê em ber bi azadiyê ve dimeşin

Welatiyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 27′ê Mijdarê wekî rojeke pîroz bi nav kir û gotin: "Bi saya PKK′ê em ber bi azadiyê ve dimeşin."

Welatiyên Helebê: Bi saya PKK′ê em ber bi azadiyê ve dimeşin
29 mijdar, 2023   02:34
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi boneya 27′ê Mijdarê salvegera 45′an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), welatiyên ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girêdana xwe bi PKK′ê re vegot.

Birayê gerîlayê HPG′ê Dilşêr Efrîn (Înam Hebeş) ê sala 1998′an şehîd bûbû, Ehmed Nebîko di salên 80′î de PKK′ê nas kir. Ehmed Nebîko diyar kir ku bi saya PKK′ê gihaştin asteke pêşketî, xwe û mafên xwe nas kirin û got: “Bi derketina PKK′ê me mafên xwe nas kirin û daxwaza wan kirin. Berî PKK’ê ava bibe em windayî bûn. Damezirandina PKK′ê gaveke girîng bû ku em ji tariyê ber bi ronahî û azadiyê ve birin.”

Nebîko anî ziman ku di salvegera 45’emîn a damezirandina PKK’ê de dê serkeftinan pêk bînin û 4 parçeyên Kurdistanê rizgar bikin û wiha dom da axaftina xwe: ′′PKK′ê dê ji lîsteya terorê bê derxistin; ji ber ku gel diparêze û ji bo heqîqetê şer dike û tu kiryarên terorî nekiriye."

Nadiya Şêxmûs sala 1996’an Rêber Abdullah Ocalan dîtiye destnîşan kir 27’ê Mijdarê wekî rojeke pîroz bi nav kir û got, di vê rojê de partiya rizgarkirina gelê Kurd hat damezirandin.

Nadye Şêxmûs salvegera damezirandina PKK’ê li gelan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “PKK tevgera mirovî ye, ji bo bidestxistina mafên gelên bindest tê dikoşe. Berê gelê Kurd nikarîbû Kurdîtiya xwe eşkere bikira; lê bi saya têkoşîna PKK’ê em ji qeyd û bendên berê rizgar bûne.”

Xelîl Wehîd Bîlal jî di salên 90'î de PKK'ê nas kiriye û bavê şehîd Kajîn e, got: "PKK′ê partiya şehîdan e, ji ber vê yekê heta niha heye. PKK ji 6 kesan dest pê kir û niha ref bi ref tev lê dibin."

Bîlal diyar kir ku tu partî wek PKK'ê şehîdan pîroz nabîne û got: "Tevî hemû plan û komployên li dijî PKK'ê lê dîsa jî ew li ber xwe dide. Madem gel û partî hevgirtî ne tu hêz nikare vê têkiliyê qut bike, ev tev jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan e."

(mh)

ANHA