Rêveberiya Xweser sedema rawestandina xebata perwerdehiyê ya Şehbayê zelal kir

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve biryara rawestandina dewama dibistanan hat dayîn. Her wiha bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku perwerdehiya li Şehbayê biparêzin.

Rêveberiya Xweser sedema rawestandina xebata perwerdehiyê ya Şehbayê zelal kir
29 mijdar 2023   05:35
REQA
EHMED EL ESAF

Hikumeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê giran kiriye, nahêle pêdiviyên sereke, derman û sotemeniyê derbas bibin.  Dorpêç rasterast bandoreke neyinî li tevahî qadan dike.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Şehbayê di 25'ê Mijdarê de bi biryarekê rawestandina dewamê li dibistanên kantonê û peymangeha Şehîd Viyan Amara ragihand. Li ser vê yekê 68 dibistan û peymangehek hatin girtin, pê re 14 hezar û 500 xwendekar ji mafê perwerde yê bêpar man.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd El Mihemed ji ajansa me re behsa biryarê û hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyan kir. Mehmûd El Mihemed û got: “Her kes zehmetiyên li ser gelê me yê Şehbayê dizane. Ev zehmetî di hemû qadan de hene.”

El Mihemed bal kişand ku di dema dawîn de dorpêça li ser Şehbayê girantir bûye û destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê nahêlin pêdiviyên sereke, bi taybetî sotemenî derbasî kantonê bibin.

Li gorî El Mihemed, Rêveberiya Xweser hewl da mazotê ji bo şêniyên Şehbayê peyda bike û hîn di hewldanan de ye, lê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê rê nadin. El Mihemed got: ′′Her kes dizane li Şehbayê erebe tunene. Desteya me xwendekar û mamosteyan bi erebeyên taybet vediguhêze. Ji ber kêmbûna mazotê em neçar man piraniya dibistanên Şehbayê bigirin. Ji bo mazot bighêje xelkê Şehbayê û perwerde dewam bike, peywendiyên me bi aliyên têkildar re hene, lê eger hikumeta Şamê qedexekirinê bidomîne em dikarin bibêjin ku proseya perwerdehiyê ya li Şehbayê di bin gefa rawestînê de ye.”

El Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku qada perwerdehiyê ji hesabên siyasî dûr bixin. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir  û got: "Em bang li hikumeta Şamê dikin dev ji van kiryaran berde, ji ber ku perwerde mafê her zarokekî/ê ye û ev jî erkekî nîştimanî ye."

(mh)

ANHA