Xwepêşandanên li Siweydayê 4 meh e didomin

Şêniyên Siweydayê ev 4 meh e li qadan in û banga hilweşandina rejîmê û pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 2254’an û serbestberdana girtiyan dikin.

Xwepêşandanên li Siweydayê 4 meh e didomin
15 kanûn, 2023   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên şêniyên Siweydayê ev 4 meh e berdewam in. Şênî îro jî li Qada Kerame kom bûn û careke din banga "hilweşandina rejîmê", pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmara 2254’an û serbestberdana girtiyan kir.

Şêniyan îro jî pankartên “Dem hatiye çarenûsa girtiyan bê aşkerakirin" hildan.

Ji 15`ê Tebaxê ve şêniyên Siweydayê rojane li dijî hikumeta Şamê çalakiyan li dar dixin.

(şx)