Xwepêşandanên karkerên bendera Laziqiyê didomin

Xwepêşandanên karkerên bendera Laziqiyê yên li dijî biryara dûrxistina 90 karkeran ji kar, di roja 2’yemîn de dewam dikin.

Xwepêşandanên karkerên bendera Laziqiyê didomin
3 sibat, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, li bajarê Laziqiyê xwepêşandanên karkerên benderê ya li dijî biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya dûrxistina 90 karkeran ji kar, di roja duyemîn de dewam dikin.

Xwepêşandêran diyar kir ku biryar binpêkirina mafên wan e û debara wan a jiyanê dike hedef. Her wiha xwestin biryar were guherandin û şertên kar werin başkirin.

Li gorî çend karkeran, şîrketa xebitandinê bernameyeke xebatê pêşkêş kir ku tê de her karker dê her sê rojan carekê bi 150 hezar lîreyên Sûriyeyê bixebite. Lê karkeran got ev mûçe têra debara wan nake.

Karkeran da zanîn ku piraniya karkerên ji kar hatine dûrxistin ji bajarê Laziqiyê bi xwe ne.

(b)